Pêleke berf û baranê bi ser Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de digire
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo gelek bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hişyariya pêleke nû ya berf û baranê da. Li gorî zanyariyan, ji êvara îro pê ve keşûhewayê bi awayekî berçav sar bibe.
Saziya Keşnasiyê îro 26ê Berçileyê ragihand, welat dikeve bin bandora pêleke sar a ku ji Ewropayê tê. Tê pêşbînîkirin ku pleya germê li seranserê welat di navbera 4 heta 10 pileyan de dakeve. Ev daketina germê dê herî zêde li bajarên Bakurê Kurdistanê xwe nîşan bide.
Li gorî raporên keşnasiyê, pêlê îro destpêkê bi baraneke gur dest pê kiriye, lê piştî saetên êvarê dê li gelek bajaran veguhere berfê. Tê çaverêkirin ku barîna berfê bi şev gurtir bibe û bandora wê heta çend rojên bê berdewam bike.
Rêveberiya Keşnasiyê bang li welatiyan kir ku li hemberî qeşagirtinê, astengbûna hatûçûnê û rûdanên neyênî yên ji ber sir û sermayê, hişyar bin û rênimayên parastinê bicîh bînin. Nexasim ji bo şofêrên ku dê di rêyên navbera bajaran de geştê bikin, hat xwastin ku amûrên pêwîst ên zivistanê ligel xwe bigirin.