Iraq lêpirsînê li ser tevlîbûna 5 hezar welatiyên xwe di nava artêşa Rûsyayê de dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê ragihand, ew mijara tevlîbûna welatiyên Iraqî bo nava artêşa Rûsyayê ji nêzîk ve dişopînin. Li gorî qanûnên Iraqê, her kesê ku bêyî destûra fermî ya dewletê tevlî artêşa welatekî biyanî bibe, dê bi cezayê zindanê re rûbirû bibe.

Rawêjkarê Serokwezîrê Iraqê Husên Elawî îro 26ê Berçileyê di daxuyaniyekê de bo kanala "Al-Arabiya" diyar kir, agahî hene ku nêzîkî 5 hezar Iraqî di nav refên artêşa Rûsyayê de hatine wergirtin, lê hejmara teqez hîn ne diyar e. Elawî destnîşan kir ku Bexda û Mosko di peywendiyê de ne û zanyariyan li ser vê mijarê diguherînin da ku rê li ber vê diyardeyê bê girtin.

Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zêdan tekez kir, li gorî qanûnên welat, tevlîbûna nava artêşa welatekî din bêyî destûra hikûmetê tawan e. Zêdan diyar kir ku ew li ser rêyên qanûnî yên ji bo çareserkirina rewşa wan Iraqiyên ku di nav şerên derveyî welat de (bi taybetî şerê Rûsya û Ukraynayê) cih girtine, guftûgo dikin.

Ji aliyê din ve, Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê ragihand, wan derbarê beşdarbûna gencên Iraqî di şerê Ukrayna û Rûsyayê de, lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin. Komîsyonê piştrast kir ku raporên li ser beşdariya bi kiryar a gencên Iraqî di wî şerî de gihîştine ber destê wan.

Balyozê Ukraynayê yê li Bexdayê jî derbarê mijarê de hişyarî da û daxwaz kir ku gencên Iraqî nebin "sotemeniya şer" a li derveyî welatê xwe. Balyoz diyar kir ku tenê Rûsya Iraqiyan ji bo şer werdigre û tekez kir ku Ukrayna ji ber rêzgirtina li qanûnên Iraqê û prensîpên navdewletî, ti welatiyekî Iraqî naxe nav refên artêşa xwe.