Şam û HSD li ser ‘Peymana 10’ê Adarê’ di navbera nakokî û fişarên navdewletî de ne

Şam (K24) – Pêvajoya cîbicîkirina "Peymana 10’ê Adarê" ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, rûbirûyî astengiyên cidî bûye. Hikûmeta Şamê HSDê bi "xemsarî û manovrayên medyayê" tometbar dike, di heman demê de HSD tekeziyê li ser çareseriyeke siyasî û nemerkezî dike.

Berpirsên hikûmeta Sûriyeyê diyar dikin ku daxuyaniyên HSDê yên derbarê berdewamiya diyalogê de tenê ji bo "armancên medyayê" û kêmkirina guşarên siyasî ne. Çalakvanên siyasî li Şamê destnîşan dikin ku tevî peymana navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî jî, heta niha ti pêngavên pratîkî ji bo yekkirina saziyên leşkerî nehatine avêtin.

Çalakvanê siyasî Ebdulkerîm Omer derbarê mijarê de ragihand, cîbicîkirina peymanê ji ber "ajandeyên cuda yên di nava HSDê de" hatiye paşxistin. Omer diyar kir ku ev derengketin ne di berjewendiya gelê Sûriyeyê de ye.

Çalakvanê siyasî Mihemed Welî derbarê rewşa niha de ji bo Kurdistan24ê ragihand, Sûriye di qonaxeke veguhêz a pir giring de derbas dibe. Welî destnîşan kir ku dawiya salê wekî "demê dawî" ji bo vê peymanê hatibû diyarkirin û got: "Rola Amerîkayê di vê qonaxê de diyar e. Ew piştgiriyê didin aramiya Sûriyeyê û dixwazin ku 'Peymana 10’ê Adarê' bi hemû xalên xwe ve bi awayekî erênî bê cîbicîkirin da ku çareseriyeke mayînde pêk bê."

Çalakvana siyasî Mehabad Dîzanî jî bal kişand ser kûrahiya guftûgoyan û wan astengiyên ku di dema dawî de derketine holê. Dîzanî diyar kir ku di qonaxa dawî de hinek nakokî çêbûne û guftûgoyên dûvdirêj hatine kirin, lê dîsa jî hêviyek heye. 

Herwiha got: "Li gorî agahiyan, fişareke mezin a navdewletî li ser her du aliyan (Şam û HSD) heye da ku ev hevpeymanî bi ser bikeve. Rola Amerîkayê di vê mijarê de gelekî giring û bi bandor e da ku rê li ber astengiyan bê girtin û peyman di dema xwe de biçe serî."

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di daxuyaniyên xwe yên dawî de geşbîniya xwe nîşan dabû û gotibû ku wan li ser yekxistina hêzên leşkerî gihîştine "têgihiştineke hevpar". Lê belê, Ebdî tekezî li ser wê yekê jî kir ku divê çareserî nenavendî be û mafên pêkhateyan di destûra nû de bên mîsogerkirin.

Tevî van nîşanên erênî, ev dosye hîn di nava aloziyên siyasî de ye; ji ber ku nakokiyên li ser nenavendiyê, desthilatên Rêveberiya Xweser û asta serbixwebûna biryara leşkerî di nava saziya berevaniyê de hîn berdewam dikin. Di demekê de ku Şam 'yekitiya çekan' wekî şertekî jêneger datîne, HSD hewl dide ku naskirineke qanûnî ji bo destkeftiyên xwe yên siyasî bi dest bixe. Ev yek dibe sedem ku rojên li pêş, bibin rojên çarenivîssaz.