Encûmena Elewî: Êrîşa li ser mizgefta Humisê berdewamiya terora li dijî pêkhateyan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Îslamî ya Elewî li Sûriye û Derveyî Welat, bi daxuyaniyeke tund êrîşa duh a li ser Mizgefta Îmam Elî ya li bajarê Humisê şermezar kir. Encûmenê hişyarî da ku ev kiryarên terorî dê bê bersiv nemînin û daxwaz kir ku herêmên Elewiyan bikevin bin parastina navdewletî.
Di daxuyaniya Encûmenê de hat eşkerekirin, di teqînê de, herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 30 kesên din jî bi giranî birîndar bûne.
Encûmenê "desthilatdarên niha" a Sûriyeyê bi vê komkujiyê tometbar kir û destnîşan kir ku ev êrîş berdewamiya polîtîkayeke sîstematîk a kuştin, awarekirin û birçîkirina Elewiyan e ku salek e berdewam dike.
Encûmena Elewî bal kişand ser wê yekê ku şêwazê vê êrîşê bi temamî dişibe teqîna li dijî leşkerên Amerîkî li herêma El-Tenef û êrîşa li ser Dêra Mar Îlyas a li Şamê. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev yek îsbat dike ku kujer û hişmendî yek in; ev ne rûdanên takekesî ne, lê teroreke organîzekirî ye ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike armanc."
Bangawaziya ji bo Federalîzm û Parastinê
Encûmenê bang li Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlehiyê ya NY kir ku demildest destêwerdanê bikin, da ku pêla xwînê raweste. Daxwazên sereke yên Encûmenê ev in:
1- Bicîkirina biryara navdewletî ya bi hejmar 2799.
2- Xistina herêmên peravê (Laziqiye, Tertûs, Humis û Gundewarê Hamayê) di bin parastina hêzên navdewletî de.
3- Avakirina sîstemeke siyasî ya li ser bingeha federalîzm û nemerkeziyê ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike.
Di dawiya daxuyaniyê de hişyariyeke tûj hat dayîn û hat gotin: "Sebra me li hemberî rijandina xwînê gihiştiye sînorê dawî. Heger ev zilm berdewam bike, em ê bersiveke weha bidin ku li gora mezinahiya vê êrîşkariyê be. Rûmeta gelan nayê binpêkirin."