Mihemedê Hacî Mehmûd: Kêşe li cem Bexdayê ye û biratiya Kurd û Ereb dirûşmeke vala ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, Mihemedê Hacî Mehmûd, di sêyemîn "Dîdara Gulexane" de rexne li siyaseta Bexdayê ya li hemberî Herêma Kurdistanê girt.
Mihemedê Hacî Mehmûd îro 27ê Berçileyê di gotara xwe de destnîşan kir, di salên borî de gelek rêkeftinên siyasî bi Bexdayê re hatine îmzekirin, lê belê hemû jî li ser hesabê mafên gelê Kurd bûne.
Herwiha aşkere kir jî, di dirêjahiya sala 2025an de, hikûmeta navendî ya Iraqê sê meh mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dabîn nekiriye û got: "Mesele ne tenê teknîkî ye; kêşeya bingehîn ew e ku Bexda bi xwe naxwaze pirsgirêkên xwe yên ligel Kurdan çareser bike."
Hacî Mehmûd di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gelan û diyar kir, ti fişarek nikare vîna gelan bişkîne. Herwiha wî wekî mînak bal kişand ser rewşa herêmî û got ku tevî hemû hewildanan jî kes nikaribûye Hemasê jinav bibe. Bi vî rengî wî da xuyakirin ku stratejiyên leşkerî û siyasî di sepandina rastiyên bi zorê de xwedî sînor in.
‘Biratiya Kurd û Ereb dirûşmeke vala ye’
Sekreterê Partiya Sosyalîst bi tundî rexne li wan dirûşmên siyasî girtin ên ku behsa "biratiya Kurd û Ereb" dikin. Hacî Mehmûd ev gotar wekî "dirûşmên bênaverok" pênase kirin ku di rastiyê de ti carî nehatine cîbicîkirin.
Hacî Mehmûd daxwaz kir jî, ji bo dîmena siyasî ya Iraqê "xwendineke waqîî" bê kirin û rayedarên Kurd li şûna dirûşmên biriqandî, rastiyan wekî xwe bibînin.
Mihemedê Hacî Mehmûd di dawiyê de tekez kir ku parastina mafên Herêma Kurdistanê tenê bi yekdengî û dîtineke rast a siyaseta Bexdayê pêkan