Zaxo.. Agir bi kampa Bajid Kendala ket: Zêdetir ji 30 dikanan şewitîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li kampa Bajid Kendala ya awareyên Şingalê, şewateke mezin derket. Di encama rûdanê de zêdetirî 30 dikanan bi temamî şewitîn.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê Kurdistan24ê ji cihê bûyerê ragihandine, şewat îro 27ê Berçileyê saet 04:00ê sibehê li beşa dikanan a kampa Bajid Kendala ya li devera Sîhela ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ve qewimiye.
Şêniyên kampê diyar dikin, agir ji ber "şorta elektrîkê" derketiye û ji ber ku dikan nêzî hev bûn, agir bilez belav bûye.
Her çend e di vê şewatê de ti ziyanên canî çênebûne jî, lê ziyaneke pir mezin a madî gihîştiye dikanên awareyan. Li gorî zanyariyên peyamnêrê me, zêdetirî 30 dikan bi hemû kelûpelên di nava xwe de bi temamî şewitîne.
Tîmên Parastina Sivîl a Zaxoyê piştî rûdanê gihîştin kampê û hewl dan ku agir kontrol bikin, da ku derbasî kon û xaniyên awareyan nebe.
Kampa malovaniya
Zêdetirî hezar malbatên awareyên Êzidî yên xelkê Şingalê li kampa Bajid Kendala bicih bûne. Ev malbat piştî êrîş û dagirkirina Şingalê ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve di sala 2014an de aware bûne.