Balyozê Îranê: Grûpên çekdar ên Iraqê serbixwe ne û ne di bin fermanên me de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Îranê yê li Bexdayê Mihemed Kazim Al-Sadiq ragihand, aliyên siyasî û grûpên çekdar ên li Iraqê bi serê xwe biryarên xwe didin û kar di bin fermanên Îranê de nakin.
Mihemed Kazim Al-Sadiq di daxuyaniyekê de diyar kir, hêzên Iraqî gihîştine asteke weha ya "pêgehiştina siyasî" ku dikarin serbixwe biryar bidin û li gorî geşedanan gavan bihavêjin. Lê belê, Al-Sadiq bal kişand ser mijareke hestiyar û got: "Grûpên li Iraqê ji ber bertek û encamên egera destpêkirina proseya bêçekkirinê nîgeran in."
Fişara Amerîkayê û Daxwaza Marco Rubio
Ev daxuyaniya Balyozê Îranê di demekê de tê, Amerîkayê guşarên xwe yên li ser hikûmeta Bexdayê ji bo kontrolkirina grûpên çekdar zêde kirine. Di 21ê meha borî de, Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott eşkere kiribû ku Wezîrê Derve Marco Rubio bi telefonê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî peyivî ye.
Di wê peywendiyê de, Rubio tekezî li ser bêçekkirina grûpên çekdar kiribû û ji Sûdanî re ragihandibû: "Ev grûp serweriya Iraqê lawaz dikin û li jiyana welatiyan û bazirganên Amerîkî û Iraqî metrisî ne. Ji ber wê, divê dawî li rola van grûpan bê anîn û bi tu awayî nebin beşek ji hikûmeta nû ya Iraqê."