Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2025an de bi sedan projeyên rêyan temam kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Avedanî û Niştecihkirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bîlançoya berfireh a kar û xebatên sala 2025an eşkere kir. Birîkarê wezaretê ragihand, tevî hemû astengiyan jî, wan kariye di nava salekê de bi sedan projeyên rêyan li seranserê Herêmê temam bikin.

Birîkarê Wezareta Avedanî û Niştecihkirinê Dr. Agrîn Ebdullah îro 27ê Berçileyê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê eşkere kir, di sala 2025an de, bi buhayê 92 mîlyar û 463 mîlyon dînaran, 172 projeyên rêyan bi dirêjahiya 640 kîlometreyan hatine cîbicîkirin. Ev proje li ser sê çavkaniyên budceyê (asayî, veberhênan û %30 ê dahata westgehên kêşanê) hatine dabeşkirin.

Projeyên Stratejîk Berdewam in

Dr. Agrîn Ebdullah destnîşan kir, ji bilî projeyên temambûyî, kar li ser çendîn projeyên giring û stratejîk ên Herêma Kurdistanê bi awayekî çalak berdewam dikin, ji wan:

- Rêya Hewlêr – Koye.

- Rêya Korê – Şeqlawe – Qendîl.

- Rêya Dihok – Baidrê.

- Rêya Dûkan – Xelekan.

- Rêya Warmawe-Derbendîxan.

Herwiha tekez kir jî, ev proje nîşaneya xebata berdewam a hikûmetê ne ji bo pêşxistina jêrxana aborî û hêsankirina çûnhatina welatiyan.

 

Hûrgiliyên Budce û Projeyên Sala 2025an

Projeyên rê û piran li gorî çavkaniyên darayî bi vî awayî hatine dabeşkirin:

1. Budceya Veberhênanê 

Li ser vê budceyê 25 proje bi dirêjahiya 164 kîlometre û bi buhayê 68 mîlyar û 408 mîlyon dînaran hatine temamkirin:

- Parêzgeha Dihokê: 6 proje (34 mîlyar û 945 mîlyon dînar - 35 km).

- Parêzgeha Silêmaniyê: 6 proje (20 mîlyar û 127 mîlyon dînar - 40 km).

- Îdareya Germiyanê: 4 proje (4 mîlyar û 206 mîlyon dînar - 8 km).

- Parêzgeha Hewlêrê: 2 proje (3 mîlyar û 656 mîlyon dînar).

- Îdareya Soranê: 2 proje (3 mîlyar û 197 mîlyon dînar - 40.50 km).

- Parêzgeha Helebceyê: 3 proje (1 mîlyar û 595 mîlyon dînar - 39 km).

- Îdareya Raperînê: 2 proje (682 mîlyon dînar - 1 km).

2. Budceya Asayî 

 

Ev budce piranî ji bo çakkirin û qîrkirina rêyan hatiye veqetandin. Di vê çarçoveyê de 101 proje bi dirêjahiya 150 kîlometre û bi buhayê 20 mîlyar û 55 mîlyon dînaran hatine kirin:

- Parêzgeha Silêmaniyê: 48 proje (14 mîlyar û 71 mîlyon dînar - 7.350 km).

- Îdareya Soranê: 10 proje (1 mîlyar û 835 mîlyon dînar - 31.100 km).

- Parêzgeha Hewlêrê: 11 proje (1 mîlyar û 498 mîlyon dînar - 78.025 km).

- Îdareya Raperînê: 9 proje (849 mîlyon dînar - 10.47 km).

- Parêzgeha Dihokê: 9 proje (748 mîlyon dînar - 2 km).

- Îdareya Germiyanê: 7 proje (390 mîlyon dînar - 19.20 km).

- Îdareya Zaxoyê: 3 proje (347 mîlyon dînar - 1.45 km).

- Parêzgeha Helebceyê: 4 proje (319 mîlyon dînar).

 

3. Dahata %30 ya Westgehên Kêşanê

Ji dahata westgehên kêşanê, 46 proje bi dirêjahiya 327 kîlometre û bi buhayê 4 mîlyar dînaran hatine cîbicîkirin:

- Parêzgeha Hewlêrê: 28 proje (1 mîlyar û 897 mîlyon dînar - 276 km).

- Parêzgeha Dihokê: 6 proje (1 mîlyar û 114 mîlyon dînar - 44 km).

- Îdareya Zaxoyê: 2 proje (466 mîlyon dînar - 3.181 km).

- Parêzgeha Silêmaniyê: 7 proje (397 mîlyon dînar - 3 km).

- Îdareya Soranê: 2 proje (115 mîlyon dînar - 1 km).

- Îdareya Germiyanê: 1 proje (11 mîlyon dînar).

Ev bîlançoya berfireh nîşan dide ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2025an de giringiyeke taybet daye nûjenkirina tora rêyan a di navbera gund, bajarok û parêzgehan de, da ku pêşketineke hevseng di hemû deveran de pêk bîne.