Berbijarê PDKê bo posta Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê amade ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameka serkeftî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê ragihand ku, partiya wê berbijarê xwe ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê amade kiriye.

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û berbijara serkeftî ya wê partiyê ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê Eşwaq Caf îro (Şemî, 27.12.2025) di hevpeyvîneka taybet de ji Kurdistan24ê re got ku, wekî pareka encamên hilbijartinan, berbijarê wan ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê amade ye û navê wî dê ji hêla Mekteba Siyasî ya PDKê ve bê ragihandin.

Eşwaq Caf di derheqa pişka aliyên Şîe de jî got: “Şîeyan heta niha du berbijar ji bo posta Cîgirê Yekê yê Serokê Parlementoya Iraqê hene, navên wan jî Ehmed Esedî û Muhsin Mendelawî ne.”

Li gorî siyaseta Iraqê, posta Serokê parlementoyê ji bo Suniyan, Cîgirê Yekê ji bo Şîeyan û Cîgirê Duyê jî ji bo Kurdan e. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên Parlementoya Iraqê de herî zêde kursiyên Kurdistaniyan bi dest xistine, lewma jî ew posta Cîgirê Duyê yê Pealementoyê wekî mafê xwe dibîne. Pêştir jî berbijarê PDKê Şaxewan Ebdila ew post bi dest xistibû.

Berbijarê Cîgirê Yekê yê Serokê Parlamentoyê

Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan îro (Şemî, 27.12.2025) dê civîneka girîng li dar bixe. Çavkaniyekê ji wê çarçoveyê ji Kurdistan24ê re ragihand ku, ew civîna ku biryar bû li roja Duşemê (29ê vê mehê) hatibam lidarxistin; ji ber nêzîkbûna jivanê rûniştina yekê ya gera şeşê ya parlamentoyê ji bo îro hatiye pêşxistin.

Wê çavkaniyê herwesa got ku, civîna îro ne ji bo yekalîkirina berbijarê Serokê Wezîran e, belkî ji bo destnîşankirina berbijarê posta Cîgirê Yekê yê Serokê Parlamentoyê ye.