Parlamentoya Iraqê bernameya civîna xwe ya yekê ragihand

Parlamentoya Iraqê
Parlamentoya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamentoya Iraqê îro (Şemî, 27.12.2025) bernameya civîna xwe ya yekê ragihand.

Parlamentoya Iraqê dê civîna xwe ya yekê li roja Duşemê (29.12.2025) li dar bixe. Li gorî wê bernameyê, piştî xwendina çend ayetan ji Qurana Pîroz, para yekê ya civîna parlamentoyê dê ji bo sondxwarina endamên parlamentoyê be. Para duyê jî dê hilbijartina Serokê Civata Nûneran û cîgirê wî be.

Serokkomarê Iraqê roja 29ê vê mehê wekî civîna yekê ya gera nû ya Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina Serokê Parlamentoyê û her du cîgirên wî destnîşan kiriye.

Ev civîna Parlamentoya Iraqê di demekê de ye ku, şandeka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi serokatiya Serokê Desteya Birêvebirinê ya Mekteba Siyasî Fazil Mîranî, berî çend rojan serdana Bexdayê kir û ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bi zêdetirî 18 aliyên Sunî û Şîe û aliyên wan ên derve û Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê re civiya.

Di van hemî civînan de, Şanda PDKê nêrînên wan aliyan li ser avakirina hikûmeta Iraqê ya bê wergirtin û nêrînên PDKê jî li ser avakirina hikûmetê gihandin wan.

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û berbijara serkeftî ya wê partiyê ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê Eşwaq Caf îro (Şemî, 27.12.2025) di hevpeyvîneka taybet de ji Kurdistan24ê re got ku, wekî pareka encamên hilbijartinan, berbijarê wan ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê amade ye û navê wî dê ji hêla Mekteba Siyasî ya PDKê ve bê ragihandin.