Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Şiwan Zirarî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 28.12.2025) sersaxî ji Şiwan Zirarî re xwest, ji ber wexera dawiyê ya dayika wî Hecî Eyşê Eshed Axa Zirarî.
Peyama behîdariyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Rêzdar Şiwan Zirarî;
Ji ber wexera dawiyê ya dayika we (Hecî Eyşê Eshed Axa Zirarî), ez sersaxiyê ji we re dixwazim û hevparê xema we me. Xudayê mezin canê wê bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide we.”
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
28.12.2025