Trump: Îro derbeke bihêz li Îranê tê dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî êrîşî Îranê kir û ragihand, Îran îro êdî ne 'zordestê navçeyê' ye, belkû bûye 'windakerê Rojhilata Navîn'."
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 7ê Adarê di peyamekê de li ser tora xwe ya civakî "Truth Social", bi tundî êrîşî desthilatdariya Îranê kir. Trump îdia kir, Îranê lêborîn xwastiye û li hemberî welatên herêmê yên li Rojhilata Navîn serê xwe tewandiye.
Trump di peyama xwe de wiha nivîsî: "Îran her roj derbên giran dixwe; wê lêborîn xwest û teslîmî cîranên xwe yên li Rojhilata Navîn bû. Herwiha soz da ku êdî êrîşî wan neke."
Li gorî gotinên Trump, ev soza Îranê "tenê ji ber êrîşên bêrawestan ên Amerîka û Îsraîlê" hatiye dayîn. Trump bal kişand ser hewildanên berê yên Tehranê û got: "Îranê hewl dida kontrola Rojhilata Navîn bike û wê hukum bike."
Serokê Amerîkayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de amaje bi wê kir, ev guhertin di dîrokê de yekem car e û got: "Ev di nava hezar salan de, cara yekem e ku Îran li hemberî welatên cîranên xwe yên Rojhilata Navîn winda dike."
Trump diyar kir, Îran êdî ne "zordarê Rojhilata Navîn" e, lê belê "windakerê Rojhilata Navîn" e. Herwiha got: "Îran dê ji bo çend dehsalên bê her wiha bimîne, heta ku bi temamî teslîm dibe, yan jî bi egereke mezin, bi temamî hildiweşe!"