Şandeka PDKê bo diyarkirina berbijarê Cîgirê Serokê Parlamentoyê diçe Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo diyarkirina berbijarê xwe ji bo Cîgirê Duyê Serokê Parlamentoyê û hilbijartina serokê fraksiyona xwe diçe Bexdayê.
Birya e ku şandeka Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Yekşem, 28.12.2025) êvarê bigihêje Bexdayê.
Çavkaniyekê ji Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand ku, serdana şanda PDKê ji bo destnîşankirina berbijarê wê ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê û hilbijartina serokê nû yê fraksiyona wê di Parlementoya Iraqê de ye.
Her li gorî wê çavkaniyê, şanda bilind a PDKê sibe (Duşem, 29.12.2025) saet 11ê berî nîvroyê dê bi endamên fraksiyona xwe ya Parlementoya Iraqê re dicive. Pareka din a serdana şanda PDKê ji bo Bexdayê girêdayî wê yekê ye ku bi aliyên siyasî yên Iraqê re mijara hilbijartina serokê nû yê Parlementoya Iraqê nîqaş bikin.
Parlamentoya Iraqê dê civîna xwe ya yekê sibe (Duşem, 29.12.2025) li dar bixe. Li gorî wê bernameyê, piştî xwendina çend ayetan ji Qurana Pîroz, para yekê ya civîna parlamentoyê dê ji bo sondxwarina endamên parlamentoyê be. Para duyê jî dê hilbijartina Serokê Civata Nûneran û her du cîgirên wî be.
Li gorî siyaseta Iraqê, posta Serokê parlementoyê ji bo Suniyan, Cîgirê Yekê ji bo Şîeyan û Cîgirê Duyê jî ji bo Kurdan e. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên Parlementoya Iraqê de herî zêde kursiyên Kurdistaniyan bi dest xistine, lewma jî ew posta Cîgirê Duyê yê Parlamentoyê wekî mafê xwe dibîne. Pêştir jî berbijarê PDKê Şaxewan Ebdila ew post bi dest xistibû.