Parlamentoya Iraqê bê lihevkirina aliyên siyasî dicive
Navenda Nûçeyan (K24) - Rûniştina yekê ya gera şeşê ya Parlamentoya Iraqê bê lihevkirina aliyên siyasî li ser herdu postên Serokê Wezîran û Serokê Parlamentoyê tê lidarxistin.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Parlementoya Iraqê karnameya rûniştina yekê ya gera şeşê ya Parlamentoya Iraqê belav kir. Li gorî wê karnameyê, ew rûniştinê dê sibe (Duşem, 29.12.2025) saet 12:00 ê nîvroyê bê lidarxistin.
Ew rûniştin ji du parên sereke pêk tê. Para yekê dê ji bo endamên parlamentoyê be. Para duyê jî dê hilbijartina Serokê Civata Nûneran û her du cîgirên wî be.
Pêştir Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd bi rêya derxistina mersûma komarî ya hejmar 54 ji bo lidarxistina rûniştina yekê gazî parlamenterên hilbijartî kiribû.
Ev biryar li gorî madeya 54ê û benda çarê ya madeya 73ê ya destûra Iraqê derketiye, piştî ku Dadgeha Bilind a Federal encamên dawiyê yên hilbijartinan pejirandin.
Rûniştina yekê ya gera şeşê ya Parlementoya Iraqê piştî hilbijartinên giştî yên 11ê Mijdara 2025ê tê. Li gorî peyrewê navxwe yê parlamentoyê û siyaseta Iraqê, rûniştina yekê dê ji aliyê endamê herî biemir ê parlementoyê ve bê birêvebirin heta hilbijartina desteya serokatiyê ya nû. Ji bo vê gerê, parlamenterê parêzgeha Besrayê yê 77 salî Amir Huseyn Casim Faîz dê serokatiya vê rûniştinê bike.
Li gorî siyaseta Iraqê, posta Serokê parlementoyê ji bo Suniyan, Cîgirê Yekê ji bo Şîeyan û Cîgirê Duyê jî ji bo Kurdan e. Pêvajoya hilbijartina serokatiya parlementoyê hewceyî piraniya reha (50+1) a hemî endamên parlementoyê ye.
Ev di demekê de ye ku, Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan hîn li ser berbijarekî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê û Sunî jî li ser berbijarekî ji bo posta Serokê Parlementoyê negihîştine lihevkirinê.