Sûdanî: Du bijarde li ber destê komên çekdar hene

Sûdanî
Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê bizavê ji bo destpêkirina danûstandinên Îran û Amerîkayê li Bexdayê dike û ji komên çekdar re bijardeyan jî pêşkêş dike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çavpêkeftineka televîzyonî de ji kanala Meyadînê re ragihand ku, Bexdayê dest bi bizavên rêkxistina civîneka dualî di navbera Tehran û Waşintonê de kiriye da ku dest bi danûstandinan bikin.

Sûdanî amaje jî da ku, wî pêşniyar daye Nûnerê Amerîkayê û ne aliyê Îranî û ne jî yê Amerîkayî li dijî danûstandinan nînin, her çend her yek ji wan şert û rêkarên xwe yên taybet hene.

Navbir li ser asta navxweyî jî tekez kir ku, bêçekkirina koman biryareka neteweyî ya Iraqê ye û pareka bernameya wê ye, û komên çekdar di navbera du bijardeyan de serpişk kirine; Ya yekê ew e ku tevlî dezgehên ewlehiyê yên fermî bibin û ya duyê jî ew e ku rêya siyasî bişopînin.

Di demekê de ku komên wekî Esaîb Ehil Heq û Lîwayên Îmam Elî piştgirî daye sînordarkirina çekan di destê dewletê de, ketîbeyên Hizbulahê û Tevgera Nucebayê fikra bêçekkirinê red kiriye û tekez kiriye ku şerê hêzên Amerîkayê bidomînin.

Ev pêngav di demekê de ye ku, Waşintonê zext li ser Bexdayê zêde kiriye da ku rêyê li ber tevlîbûna komên çekdar di avakirina hikûmeta bê de bigire, tevî ku wan hejmareka berçav a kursiyên parlamentoyê bi dest xistiye.