Rêveberiya Xweser tepeserkirina xwenîşanderan şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bikaranîna hêzê ji aliyê hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve li dijî xwenîşanderên sivîl şermezar kir.
Rêveberiya Xweser Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê wekî berpirsyara sereke ya pêşvebirina gotarên kerb û kînê û handana li dijî welatiyan dibîne û tekez dike ku, tiştê ku niha li deverên peravê û hundirê Sûriyeyê li beranberî xwenîşanderan tê kirin wekî wê tepeserkirinê ye ya ku pêştir li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hatibû kirin.
Di beyannameyeka fermî de, Rêveberiya Xweser amaje da ku bikaranîna tundûtûjiyê ji bo bêdengkirina welatiyên ku daxwaza mafên xwe yên rewa dikin binpêkirineka eşkere ye, û rewşa siyasî û mirovî ya Sûriyeyê zêdetir tevlihev dike.
Wê beyannameyê tekez jî kir ku, hêzên hikûmeta demkî li şûna diyalogê rêya tepeserkirin û bikaranîna çekan li dijî xwenîşanderên aştiyane hilbijartiye. Ev yek jî xetereka mezin li ser ewlehiya civakî çê dike.
Rêveberiya Xweser herwesa hişyarî da ku, belavkirina zimanê handanê û kerb û kînê di navendên biryardanê yên hikûmeta demkî de dibe sedema zêdetir têkdana avahiya civaka Sûriyeyê û mezinkirina krîzan.
Amaje jî hatiye dan ku, parastina mafê azadiya axiftinê û kombûnên aştiyane bingeheka sereke ya her guhertineka demokratîk e, lê reftarên niha yên hêzên ewlehiyê li deverên cuda cuda yên Sûriyeyê berevajî hemî bingehên mirovî û navneteweyî ye.
Ev helwesta Rêveberiya Xweser di demekê de ye ku, li dawiya sala 2025ê deverên cuda cuda yên Sûriyeyê, bi taybetî jî deverên peravê, şahidiya pêleka nû ya nerazîbûnên girseyî li dijî şert û mercên jiyanê û siyasetên tepeserkirinê dikin.
Rêveberiya Xweser, ku modeleka birêvebirinê ya cuda dişopîne, berdewam rexneyê li siyasetên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê dike, xasma jî piştî wan ezmûnên tehl ên ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeye li Helebê ji ber dorpêç û tundûtûjiyê dît, ku tê de şêniyên Kurd rûbirûyî zexteka siyasî û leşkerî ya zêde bûne.