Serkirdeyekê Hevpeymaniya Fethê navê berbijarê posta Serokezîrê Iraqê bo K24ê eşkere kir

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdeyekê Hevpeymaniya Fethê navê berbijarê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ji K24ê re eşkere kir û di derheqa posta posta Serokwezîrê Iraqê de jî got ku, ew post ne ji bo Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî ye.

Serkirdeyê Hevpeymaniya Fethê Mehmûd Heyanî îro (Yekşem, 28.12.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, Çarçoveya Hevahengiyê bi îhtîmaleka zêde Ehmed Esedî ji Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê ji bo posta Cîgirê Serokê Parlamentoyê berbijar dike û raya piraniyê li ser wî ye.

Li gorî gotina wî serkirdeyî, Çarçoveya Hevahengiyê bi tevahî piştgirîya Mihemed Şiya Sûdanî ji bo wergirtina posta Serokwezîrê Iraqê yê bê nake. Herwesa got ku, ne mimkin e ku ew post ji bo Serokê Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî jî be. Berevajî, yekdengiyek heye ku ew post bi Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî bê dayîn.

Wî endamê Hevpeymaniya Fethê di derheqa duberekiya Suneyan û yekalînekirina kesekî ji bo posta Serokê Parlamentoyê de jî got: "Em li wê bawerê ne ku Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî dê wê postê webigire û Çarçoveya Hevahengiyê rêzê li biryara Encûmena Siyasî ya Neteweyî ya Suniyan digire."

Ev daxuyaniya Mehmûd Heyanî di demekê de ye ku, biryar e sibe (Duşem, 28.12.2025) rûniştina yekê ya gera şeşê ya Parlementoya Iraqê ji bo sondxwarina qanûnî ya endaman û hilbijartina serokatiya parlamentoyê bê lidarxistin.

Li gorî peyrewê navxwe yê parlamentoyê û siyaseta Iraqê, rûniştina yekê dê ji aliyê endamê herî biemir ê parlementoyê ve bê birêvebirin heta hilbijartina desteya serokatiyê ya nû. Ji bo vê gerê, parlamenterê parêzgeha Besrayê yê 77 salî Amir Huseyn Casim Faîz dê serokatiya vê rûniştinê bike.

Li gorî siyaseta Iraqê, posta Serokê parlementoyê ji bo Suniyan, Cîgirê Yekê ji bo Şîeyan û Cîgirê Duyê jî ji bo Kurdan e. Pêvajoya hilbijartina serokatiya parlementoyê hewceyî piraniya reha (50+1) a hemî endamên parlementoyê ye.

Ev di demekê de ye ku, Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan hîn li ser berbijarekî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê û Sunî jî li ser berbijarekî ji bo posta Serokê Parlementoyê negihîştine lihevkirinê.