Ehmed Şera diravê nû yê Sûriyeyê aşkere kir: Du sifir hatin rakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera di dema danasîna diravê nû yê welat de axivî û bal kişand ser qonaxa veguhertina aborî. Şera diyar kir ku di diravê nû de du sifir hatine rakirin û destnîşan kir ku ev pêngav ji bo hêsankirina danûstandinên rojane yên welatiyan e.

Ehmed Şera di axaftina xwe de got: "Divê em rastiyekê zelal bikin; rakirina du sifiran ji ser diravê kevin nayê wateya baştirkirina rasterast a aboriyê, lê tenê ji bo hêsankirina bazirganî û karûbarên diravî ye. Baştirkirina aboriyê bi zêdekirina hilberînê, kêmkirina bêkariyê û xurtkirina sîstema bankan pêkan e."

Serokê Sûriyeyê bang li gel kir, ji ber guhertina dirav nekevin nava fikar û panîkê û got: "Pêvajoya veguhertina dirav gelekî hestiyar e. Ez daxwaz ji welatiyan dikim ku bi lez û bez neçin bankan, da ku pereyên xwe yên kevin biguherînin. Ev yeka han dikare zirarê bide nirxê lîreyê. Banka Navendî li gorî bernameyeke demkî dê hemû pereyên kevin bi yên nû biguherîne, lewma aramî pêwîst e."

Derbarê sêwirandina diravê nû de hat gotin ku di wêneyên ser pereyan de dîroka kevin a Sûriyeyê û berhemên navdar ên welat hatine bikaranîn. Şera destnîşan kir ku ji ber pêgeha jeopolîtîk a Sûriyeyê, baweriyeke mezin a welatên herêmî û cîhanî bi aboriya Sûriyeyê heye û peymanên girîng hatine îmzekirin.

Amaje bi wê jî kir, ji bo pêşî li nûçeyên derewîn û texmînên bêbingeh bê girtin, divê welatî tenê daxuyaniyên Banka Navendî ya Sûriyeyê wekî çavkanî qebûl bikin. 

Herwiha Şera got: "Sûriye di qonaxeke nû û xêrhatî re derbas dibe; aboriyeke bi hêz û diravekî stabîl heqê vî welatî ye."