ENKS: Li Sûriyeyê çareserî bi tundûtûjî û dûrxistinê nabe, divê sîstemeke nenendendî were avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreteriya Giştî ya ENKS’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa aloz a Sûriyeyê ya piştî salekê ji ketina rejîma Beisê û ragihand, çareserî tenê bi rêya diyalogê û naskirina mafên hemû pêkhateyan pêkan e.
Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), îro 29ê Berçileya 2025an, derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir. ENKS’ê diyar kir ku Sûriye di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û gel li benda dewleteke demokratîk, pirreng û dadperwer e.
Piştgirî ji bo daxwazên herêma Berava Sûriyeyê re
ENKS’ê bal kişand ser xwepêşandanên aştiyane yên li herêma bervanên deryayê ku welatî daxwaza sîstemeke federal, vegera ser karên xwe û başkirina rewşa aborî dikin. ENKS’ê tundiya hêzên ewlehiyê ya li dijî van daxwazan şermezar kir û bang kir ku li şûna tundûtûjî û zêdekirina aloziyan, rêya diyalogê were hilbijartin.
Rewşa Helebê û dorpêça li ser Şêx Meqsûd
ENKSê derbarê geşedanên dawî yên li bajarê Helebê de nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, lihevkirinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine binpêkirin û dorpêça li ser van her du taxên Kurdnişîn hîn jî berdewam dike.
Herwiha ENKSê hişyarî da ku ev zext û dorpêçkirin ne tenê zirarê dide xelkê herêmê, lê di heman demê de bandoreke gelek neyînî li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê û hewldanên aramiye dike.
Çareseriya pirsên Kurdî û "Peymana 10ê Adarê"
ENKS’ê xemgîniya xwe anî ziman ku heya niha rê li ber şandeya Kurdî ya hevbeş nehatiye vekirin, da ku derbarê çareseriya dadperwer a doza Kurdî de dest bi diyalogeke cidî bike.
Herwiha tekez kir ku divê lihevkirinên leşkerî û ewlehiyê (mîna peymana 10ê Adarê) ji çareseriya siyasî ya doza Kurdî werin veqetandin.
Nexşerêya ENKS’ê ji bo Sûriyeya nû
ENKSê dubare kir jî, çareserî li Sûriyeyê ne leşkerî ye û bi polîtîkayên dûrxistinê nayê çareserkirin. ENKS daxwaza van xalan dike:
- Naskirina destûrî ku Sûriye dewleteke pir-neteweyî û pir-olî ye.
- Avakirina sîstemeke nenendendî ku mafên neteweyî û siyasî yên hemû Sûriyeyiyan garantî bike.
- Bidawîkirina desthilatdariya yekalî ku bûye sedema wêranbûna welat.
ENKS’ê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, armanca wan avakirina dewleteke medenî û demokratîk e ku rûmeta hemû welatiyan biparêze û rê li ber vegera her cure stemkariyê bigire.