Keşnasiya Herêmê amarên dawî belav kirin: Li Helşoyê 58 cm berf barî
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 12 saetên dawî de pêleke dijwar a berfê Herêm girtiye û li herêma Helşoyê rekora herî bilind a barîna berfê hatiye tomarkirin.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê amarên barîna berfê yên 12 saetên borî parve kirin. Li gorî raporê, bajarokê Helşoyê bi 58 santîmetreyan, herî zêde berf lê bariye û piştî wê jî Şêrwan Mezin bi 50 cm di rêza duyem de cih girtiye. Li parêzgeha Duhokê jî barîna berfê ya herî kêm (1.5 cm) hat tomarkirin.
Keşnasiyê diyar kir, her çend bandora vê pêla barînê ji şevê pê de ber bi kêmûnê ve biçe jî, lê pileya germê dê bi awayekî berçav dakeve. Bi taybetî li deverên çiyayî pileya germê dê dakeve bin sifrê. Hat ragihandin ku li deverên wekî Soran û Raperînê, tê payîn ku germî heta -3 pileyan dakeve.
Amarên barîna berfê li deverên cuda (di 12 saetên dawî de):
Helşo: 58 cm
Şêrwan Mezin: 50 cm
Mêrgesor: 50 cm
Hêro: 40 cm
Barzan: 30 cm
Basnê: 30 cm
Hacî Omeran: 30 cm
Şeqlawe: 25 cm
Amêdî: 25 cm
Rewandiz: 22 cm
Smîlan: 20 cm
Nazenîn: 20 cm
Sîdekan: 20 cm
Qeladzê: 20 cm
Pirmam: 18 cm
Soran: 10 cm
Zaxo: 3 cm
Dihok: 1.5 cm
Rayedar daxwaz ji welatiyan dikin, ji ber sermaya zêde û metirsiya qeşayê, bi taybetî li deverên çiyayî baldar bin û heta neçar nebin dernekevin rêyên dervayî bajêr.