Li Sineyê: Rêya 400 gundan hat girtin û 300 gund bê elektrîk man
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barîna berfê û bagera dijwar a li parêzgeha Sineyê, krîzeke mezin a jiyanî derket holê. Parêzgarê Sineyê ragihand, ragihandin, elektrîk û rêyên bi sedan gundan qut bûne.
Parêzgarê Sineyê Areş Zireten Lohonî îro 30ê Berçileyê, di civîneke awarte ya Birêveberiya Qeyranan de amarên tirsnak ên karesata berfê eşkere kirin. Lohonî diyar kir, ji ber bager û berfa giran, li seranserê parêzgehê jiyan bi temamî rawestiyaye.
Li gorî zanyariyên ku parêzgar parve kirine, rewşa dawî bi vî awayî ye:
- Rêya hatûçûnê ya 400 gundan bi temamî hatine girtin.
- Elektrîka 300 gundan qut bûye.
- Hêlên înternet û telefonê yên zêdetirî 91 gundan ji kar ketine.
Lohonî destnîşan kir jî, karê wan ê herî pêşîn rizgarkirina wan kesên ku di rêyan de asê mane ye û piştî vekirina rêyên sereke, tîm dê dest bi çakkirina elektrîk û ragihandina gundan bikin.
Parêzgarê Sineyê ragihand, hêzên artêşê û tîmên hawarçûnê bi hev re dixebitin ji bo rizgarkirina kesên ku di navbera rêya Tîkab û Saqizê de di nava bagerê de asê mabûn.
Herwiha, parêzgar ferman da ku li gorî maddeya 15an a yasaya birêvebirina qeyranan, hemû şofel û amûrên giran ên sektora taybet bikevin bin fermana tîmên hawarçûnê û destnîşan kir ku lêçûna wan dê ji aliyê dewletê ve were dayîn.
Li aliyê din, Qeymeqamê Sineyê Xerîb Secadî ji ajansa 'Mehr' re ragihand, hema hemû rêyên sereke yên ber bi bajarê Sineyê ve hatine girtin. Secadî diyar kir:
- Rêya Selwataba – Dêgulan ji ber bagera tund girtî ye.
- Rêya Baqiraba – Husênava û rêya Merîwan-Sine hatine girtin.
- Hatûçûna li ser rêya Sine – Kamyaranê gelekî zehmet e û eger heye ku di saetên pêş de were girtin.
Qeymeqam daxwaz ji welatiyan kir ku bi ti awayî nekevin rêyên dervayî bajêr û ji bo ku tîmên şaredariyê karibin rêyan paqij bikin, hevkariyê bikin. Parêzgar Lohonî jî herwiha anî ziman ku heke pêdivî hebe, ew ê ji parêzgehên cîran daxwaza alîkariyê bikin.