Li Rojavayê Kurdistanê vîruseke hevşêweyê Koronayê belav bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, vîrûseke nû ya demsalî bi awayekî berfireh belav bûye û bi sedan kes bi vê vîrûsê ketine. Bijîşk hişyarî didin ku ev vîrûs bi taybetî ji bo zarokan û nexweşên kronîk metirsîdar e.

Li Rojavayê Kurdistanê pêleke nû ya nexweşiyê derketiye holê ku bûye sedema qerebalixiya li navendên tenduristiyê. Ev vîrûsa ku bi taybetî li bajarê Qamişlo û derdora wê belav bûye, bi nîşanên xwe dişibe vîrûsa Koronayê (COVID-19).

Nîşanên vîrûsê: Taya bilind û bêhêzî

Kesên ku bi vê vîrûsê dikevin, bi serêşiyeke giran, taya bilind ku heta 40 pileyî dertê, kuxika berdewam, êşa piştê û bêhêziyeke zêde re rûbirû dimînin. Welatiya bi navê Ciwan Xalid ku bi vîrûsê ketiye, rewşa xwe wiha tîne ziman: "Ez bi bêhntengî û êşa piştê re rûbirû mam. Min nexweşî ji hevalekî xwe girt û piştre hemû malbata min jî nexweş ketin. Li Qamişloyê niha gelek malbat di bin bandora vê nexweşiyê de ne."

H3N2: Vîrûsek e şêweyê xwe guhertiye

Bijîşk Hamid Sîno derbarê nasnameya vîrûsê de agahî dan Kurdistan24ê û diyar kir, ev vîrûs bi navê H3N2 tê naskirin. Ev vîrûseke demsalî ye û her sal belav dibe, lê îsal şêweyê xwe guhertiye û nîşanên wê giraner bûne. Heya niha ti rewşeke ku jiyanê bixe metirsiyê nehatiye tomarkirin, lê belavbûna wê pir lez e."

Hişyarî bo nexweşên bêhntengiyê

Her çend bijîşk dilniyayê didin welatiyan ku metirsiya vê vîrûsê ji Koronayê kêmtir e, lê ji bo du koman hişyariya taybet dikin:

1. Zarok: Ji ber ku sîstema wan a parastinê hîn lawaz e.

2. Nexweşên Bêhntengiyê (Astm): Ev vîrûs rasterast bandorê li rêyên nefesê dike, lewma kesên pirsgirêkên nefesê bi wan re hene divê zêdetir hay ji tenduristiya xwe hebin.

Bijîşk daxwaz ji welatiyan dikin ku di rûbirûbûna nîşanan de serî li navendên tenduristiyê bidin û ji bo rêgirtina li belavbûna vîrûsê, rêkarên paqijiyê û dûrketina ji hevdu li ber çav bigirin.