PDKê berbijarê xwe yê bo Cîgirê Serokê Parlamentoyê guhart

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo posta Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamena Iraqê guhertineke ji nişka ve kir. PDK’ê Şaxewan Ebdullah vekişand û di şûna wî de Serokê Fraksiyona xwe Ferhad Etrûşî berbijar nîşan da.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê da zanîn, PDK’ê berbijarê xwe yê ji bo posta Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamenê guhartiye. Li gorî agahiyan, piştî zincîreyek hevdîtin û civînên li gel serkirde û berpirsên aliyên siyasî yên li nav Parlamentoya Iraqê, PDK’ê biryar da ku Şaxewan Ebdullah vekişîne û Serokê niha yê Fraksiyona PDK’ê Ferhad Etrûşî wekî berbijêrê nû destnîşan bike.

Tevî ku ji bo rûniştina parlamentoyê çend caran zengil hat lêdan jî, heya niha hejmareke kêm a parlamenteran çûne hundirê holê û rêjeya yasayî ji bo hilbijartina Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê temam nebûye. Herwiha hîn ne diyar e ku PDK dê di şûna Ferhad Etrûşî de kê bike Serokê Fraksiyona xwe ya li parlamenê.

Duh Duşemê, Parlamentoya Iraqê di rûniştinekê de Heybet Helbûsî wekî Serokê nû û Ednan Feyhan jî wekî Cîgirê Yekem ê Serok hilbijartibûn. Lê belê, pêvajoya hilbijartina Cîgirê Duyem ketibû gera duyem. 

Di navbera Şaxewan Ebdullah (berbijarê PDK) û Rêbiwar Kerîm (berbijarê Bereya Helwest) de hevrikiyeke tund hebû, lê ti aliyekî nekarî piraniya dengan (166 deng) bi dest bixe. Lewma hilbijartin bo rûniştina îro ma.

Tê çaverêkirin ku bi guhertina berbijar û namzedkirina Ferhad Etrûşî, PDK bigihîje lihevkirineke berfirehtir li gel aliyên din û posta Cîgirê Duyem, ku pişka Kurdan e, yekalî bibe.