Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li desteya nû ya Serokatiya Parlamentoya Iraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li desteya nû ya Parlamentoya Iraqê kir û got: “Ez hêvî dikim ku Parlementoya Iraqê wekî dezgeheka girîng a danana qanûnan rola xwe ya çalak di çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bilîze.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 23.12.2025) di sê peyamên cuda cuda de bi germî pîrozbahî li desteya nû ya Parlamentoya Iraqê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya yekê de, ku arasteyî Heybet Helbûsî kiriye, got: “Ez hêvî dikim ku endamên vê gera Parlementoya Iraqê li gorî hêvî û daxwazên gelê Iraqê bin û bibin nûnerên rastîn ên gel û bikarin projeqanûnên pêdivî û girîng di berjewendiya hemî pêkhateyan de bipejirînin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: "Em hêvî dikin ku Parlementoya Iraqê, wekî dezgeheka girîng a danana qanûnan, rola xwe ya çalak di çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bilîze."
Mesrûr Barzanî di peyameka din de bi germî pîrozbahî li Ednan Feyhan kir, ku wekî Cîgirê Yekê yê Serokê Parlementoya Iraqê hatiye hilbijartin, û di vê berpirsiyariya girîng de serkeftin ji wî re xwest.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku, desteya serokatiyê û Parlamentoya Iraqê bi giştî rola xwe ya girîng di danana qanûnan û derxistina projeqanûnan de ji bo xizmeta hemî welatî û pêkhateyên Iraqê li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li pergala federal bilîzin.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya dawiyê de jî pîrozbahî li Ferhad Etrûşî kir, bi helkefta hilbijartina wî wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê, û daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de ji wî re kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ji Ferhad Etrûşî re got: “Ez hêvî dikim ku cenabê we bi hevkarî û hevahengiya Desteya Serokatiya Iraqê û endamên Parlamentoya Iraqê bikarin xizmeta berjewendiyên hemî welatî û pêkhateyên Iraqê bikin û di eynî demê de mafên destûrî yên gelê Kurdistanê jî biparêzin.”