Serok Barzanî pîrozbahiyê li desteya nû ya Serokatiya Parlamentoya Iraqê dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pîrozbahiyê li Serokê nû yê Parlementoya Iraqê û her du cîgirên wî dike û hêvî dike ku, hilbijartina desteya nû ya Serokatiya Parlamentoya Iraqê pêngavek be di berjewendiya welatiyan û çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina biratî û yekîtiyê di navbera hemî pêkhateyên Iraqê de.

Serok Barzanî îro (Sêşem, 23.12.2025) di peyamekê de pîrozbahiyê li Serokê nû yê Parlementoya Iraqê Heybet Helbûsî, Cîgirê Yekê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ednan Fayhan û Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî dike û ji wan re serkeftin dixwaze.

Serok Barzanî herwesa hêvî dike ku, hilbijartina desteya nû ya Serokatiya Parlamentoya Iraqê pêngavek be di berjewendiya welatiyan û çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina biratî û yekîtiyê di navbera hemî pêkhateyên Iraqê de.

Parlementoya Iraqê îro (Sêşem, 30.12.2025) di gera sêyê ya dengdanê de Ferhad Etrûşî wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoyê hilbijart. Pêştir PDKê ji ber hevrikiyên siyasî û astengên qanûnî biryar da ku wî berbijar bike. Ev yek jî piştî hejmareka danûstandinên dirêj bi aliyên Şîe û Suneyan û aliyên Kurdistanî re çê bû, ku du rojan dom kir.