Serok Barzanî: Şaxewan Ebdila kurekê aza û hêja ye

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) -  Serok Barzanî di peyamekê de destxweşiyê li Şaxewan Ebdila dike û amajeyê dide: “Berjewendiya gelê Kurdistanê û PDKê wesa dixwest ku, Şaxewan Ebdila xwe ji pêvajoya berbijarkirinê ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê vekêşe.”

Serok Barzanî îro (Sêşem, 30.12.2025) peyamek weşand û tê de ragihand: “Min gelek rêz ji bo Şaxewan Ebdila heye, di dema borî de di xebata xwe ya parlementoyî û partîtiyê de roleka çalak lîstiye û gelek westiyaye.”

Serok Barzanî her di wê peyamê de got: “Ez destxweşiyê li wî dikim, ku erk û karên xwe bi riheka welatperwerane bi cih anîne, her tim pabendî rêkar û dîsîplînên partîtiyê bûye û cihê bawerê bûye.

Serok Barzanî di peyama xwe de amaje jî da: “Berjewendiya gelê Kurdistanê û PDKê wesa dixwest ku, Şaxewan Ebdila xwe ji pêvajoya berbijarkirinê ji bo posta Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê vekêşe.”

Serok Barzanî tekez jî kir ku, Şaxewan Ebdila kurekê aza û hêja yê vî gelî ye, li her derê û di her pileyekê de be, kurê PDKê ye û erk û karên xwe bi awayê herî baş bi cih tîne û cihê bawera me ye.