Li Bakurê Kurdistanê berfê rêya zêdetirî sê hezar gundan girtiye

Diyarbekir (K24) - Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê bo 42 bajaran hişyarî da ku dê berf û baranek bibandor bibare ku gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî tê de ne. Ji ber berfê rêya bi hezaran gundan hatiye girtin û her wiha li Diyarbekirê bo roja Çarşemê jî dibistan hatin girtin û li navenda Diyarbekir barîna berfê berdewam e.

Saziya Kêş û Hewayê hişyarî da ku dibe ji ber berf û baranê bûyerên wek şape, lehî, qerîsek, bahoz rû bidin û welatî jî li gorî vê yekê tevbigerin. Saziya keş û hewayê dide zanîn ku dê pileyên germê heta 10 pileyî jî dakevin û sermayek dijwar derbikeve holê.

Tê pêşbînîkirin ku li Bakurê Kurdistanê li gelek bajaran barîna berfê heta sibê jî berdewam be û ji ber barîna berfê ji niha de rêya bi hezaran gundan hatine girtin û tîmên vekirina rêyan xebatên xwe hem li nav bajaran hem jî li gundan bênavber didomînin lê ji ber ku befir bênavber û bi awayeke zêde dibare rewşa rêyan jî di demeke kin de tê guherîn.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin li bajarê Artvîna Herêma Deryaya Reş a Tirkiyeyê ji ber şape bi wan de hatiye 3 şivan serwinda ne û xebatên lêgerîna şivanan berdewam in. Her wiha li gelek gund û navçe û bajaran dibistan hatine girtin. Di vê çarçoveyê de li tevahiya Diyarbekirê dibistan hatine girtin.

Li gorî agahiyên dawî li tevahiya Tirkiyeyê li 23 bajaran ji ber berfê dibistan hatine girtin û li Bakurê Kurdistanê jî rêya ji 3 hezarî zêdetir gundan hatiye girtin.