Deriyê Îbrahîm Xelîl şofêrên barhilgiran û welatiyan agehdar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Deriyê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl ragihand ku, piştî bi rengekê demkî hatin û çûna barhilgir û geştyaran li aliyê sînorê Tirkiyeyê ji ber rewşa nexweş a keş û hewayê hatibû rawestandin, niha hatin û çûn normal bûye.

Deriyê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl îro (Çarşem, 31.12.2025) ragihandibû: “Em xelkê xwe yê hêja agehdar dikin ku ji ber rewşa nalebar a keş û hewayê û barîna befrê li deverên sînorî yên Tirkyeyê, hindek cade û rêk hatine girtin û çûna timbêlên geştyarî û barheligran ji Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê li Deriyê Xabûr yê Tirkiyeyê bo heyameka demkî hatiye ragirtin.” Lê berî demeka kêm deriyê navbirî belav kir ku, niha hatin û çûn normal bûye.

Berî saetekê deriyê navbirî belav kiribû ku, ji ber barîna befreka zêde, hatin û çûna şofêrên barhilgiran û geştyaran bi rengekê demkî hatibû rawestandin.

Ji destpêka vê heftiyê ve, pêleka befr û baranan deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê vegirtibûn û ew yek jî bûbû sedema wê yekê ku hatin û çûna geştyaran û barhilgiran raweste.