Cîgirê Serokê PWKê: Em Barzaniyê Nemir bi rêzdarî bi bîr tînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) peyamek ji bo koça dawiyê ya Barzaniyê Nemir belav kir û tê de got: Em bi hişmendîyek neteweyî, niştimanî, di salvegera wefata wî ya 47emîn de, Mele Mistefa Barzanîyê nemir bi rêzdarî bi bîr tînin.
Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) ji bo koça dawiyê ya Barzaniyê Nemir peyamek belav kir.
Peyama Cîgirê Serokê PWKê:
Mele Mistefa Barzanîyê nemir rêberê neteweyî yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê ye!
Em di destpêkê de, bi hişmendîyek neteweyî, niştimanî, di salvegera wefata wî ya 47emîn de, Mele Mistefa Barzanîyê nemir bi rêzdarî bi bîr tînin.
Îro em li hemû beşên Kurdistanê û li cîhanê rûbirûyî pêvajoyeke gelekî hesas û hestyar in ku xwedî bandorek mezine ne. Îro menzîla derîyê têkçûnê û derîyên serkeftinê tevî hemû risk û firsendan nêzîkê hevin. Doh li Rojavayê Kurdistanê û niha jî li Rojhilatê Kurdistanê rewşek nû derketîye holê. Di vê pêvajoya hestîyar de em dixwazin di derbarê têkoşîna Mele Mistefa Barzanîyê nemir de xwendineê bi hev ra bikin.
Belê, pêşhate û rûdanên di vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin, careke din rol û girîngîya rêbaz, sekin û têkoşîna Mele Mistefa Barzanîyê nemir ya bi hişmendîya neteweyî, niştimanî hatîye hûnandin, wek pûsûlayekê dide ber destên me.
Îro em dizanin ku di dîroka nûjen a Kurdistanê de, navê Mele Mistefa Barzanî ne tenê navê serokekî an fermandarekî ye; ev nav, di têkoşîna miletê Kurd û gelê Kurdistanê de sembola vejîna neteweyî û vîna azadîyê ya miletekî bindest e. Barzanî bi jiyana xwe ya têkoşer, bi hişmendî û felsefeya xwe ya mîlî û bi serokatîya xwe ya karîzmatîk, mîrateyek sereke ya niştimanperwerî radestî nifşên pêy xwe kirîye.
Em baş dizanin ku ev mijar, bi serê xwe cîhê lêkolîneke berfireh û ya akademîk e! Li gorî vê rastîyê ez dixwazim îro li ser vê mijarê, li ser têkoşîn û hişmendîya Mele Mistefa Barzanî ya neteweyî, bîr û ramanên xwe bi we re parve bikim. Ji niha ve ji bo sebir û eleqeya we spasîya we dikim.
Me çendîn caran gotîye ku ‘’Em weke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) xwe berdewamîya têkoşîna azadîyê ya Şêx Ûbeydulahê Nehrî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanîyê nemir dibînin’’.
Ew alaya azadîyê ya ku bi sedhezaran şehîdên Kurdistanê heta îro li erdê nexistine, her îro jî ji bo azadî û serfirazîyê, bi bîr û bawerîyeke neteweyî, niştimanî di destên têkoşer û xebatkarên doza me de li ba dibe.
Hebûna miletê Kurd û Kurdistanê, rastîyeke dîrokî, cografî, neteweyî û niştimanî ye. Dewleta Tirk eve ji 100 salî zêdetire ku bi hişmendîya ‘’Yek dewlet, yek welat, yek milet, yek ala’’yê , her ev rastîya înkar kirîye, tune hesibandîye û ji bo miletê Kurd û doza wî ya rewa ji holê rake bi sedhezaran kurd qetil kirîye. Lê belê, tu sîyaset, kiryar, qetlîam û jenosîdan nikaribûye miletê Kurd û doza wî ji holê rake.
Wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) em dibêjin: “Çi ji alîyê Dewleta Tirk be, çi jî ji alîyê sîyasetmedarên tirk û kurd be, her gotin û sîyaset û kiryarên ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û mafê statuyeke sîyasî, cografî, milî tune dihesibîne, di eslê xwe de, tune hesibandina rastîyeke dîrokî û milî ya ku tu kes nikare red bike!’’ Em wan nêrîn û paradîgmayên ji bo tune kirin û tune hesibandina miletê Kurd xistine rojevê bi hişmendîyeke neteweyî red dikin.
Doza kurd û Kurdistanê îro jî nehatîye çareser kirin.
Îro, ji alîyekî ve ji bo statuyeke milî, cografî, sîyasî, divê bi tifaq û hevkarîyên stratejîk ên neteweyî, Kurdistanî, em xebat û têkoşîna xwe ya milî, niştimanî bimeşînin. Ji alîyekî ve jî ji bo bicîhanîna daxwazên acîl ên miletê Kurd divê em temsîlîyetek kurdî ava bikin têdikoşin.
Ji bo rê li ber çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê vebe, em dibêjin hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û rîsipîyên kurdan dikarin Temsîlîyeteke Kurdî li ser van daxwazên acîl ava bikin û di vê pêvajoya hestiyar de bibin navnîşana çareserîyek neteweyî.
Divê hebûna miletê kurd, perwedeya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî, di Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê de bêne bicîh kirin, garantî kirin. Divê azadîya ramanî, rêxistinî bê qebûl kirin û qedexeyên li ser navê Kurdistanê bêne rakirin. Divê hemû kesên ku ji ber fikir, xebat û çalakîyên xwe yên sîyasî, demokratîk, sivîl hatine girtin, ceza kirin, bêne azad kirin, hemû dozên ku di derbarê wan de hatine vekirin ji holê rabin. Divê Dewleta Tirk hewcedarîyên peymanên navneteweyî yên ku îmze kirîye pêk bîne.
Belê, em dibêjin li ser van daxwazên acîl potansîyelek berfireh ya kurdan divê Temsîlîyeteke Kurdî ava bikin û bibin mixatabê Dewleta Tirk. Nabe ku qedera 30 mîlyon kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, li pişt derîyan, bi awayekî neşefaf, bes di navbera kesayet û alîyên teng de bêne guftûgo kirin. Mixatab, divê Temsîlîyeta Kurdî ya berfireh be.
Hevalên hêja,
Belê em bi vê hişmendîyê li ked û bedel û fedakarîyên gelê xwe dinerin û bi vê hişmendîyê em Mele Mistefa Barzanîyê nemir bi bîr tînin.
Mele Mistefa Barzanî di 14ê Adarê 1903an de ji dayikbûye û di roja Yekê Adara1979an de çûye ber dilovanîya xwedê. Ango adara îsal, 123yemîn salvegera ji dayikbûna wî û 47emîn salvegera wefata wî ye.
Ji roja jidayikbûnê heta wefata wî, jiyana Mele Mistefa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya kurd û Kurdistanê ye, ku di sedsala 20an de bi rengê xwe û dengê radestî dîrokê kirîye.
Jîyana Mele Mistefa Barzanî yê nemir, bi şer, hefs, koçberî, surgun, wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jîyana M. Mistefa Barzanî yê nemir, bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardarîyê, bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatîye hûnandin.
Mele Mistefa Barzanî, bi xebat, têkoşîn û rêbaza Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî tevgerîya ye, di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye û weke hîzmetkarê gele Kurdistanê di nav refên şoreşê de cîh girtîye.
Rêbaza Mele Mistefa Barzanî, berdewamîya rêbaza Rêxistina Azadî û Rêxistina Xoybûnê ye, berdewamîya Komara Kurdistanê ya bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed hatibû damezrandin e. Ew berdewamîya doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, Îhsan Nurî Paşa û Pêşewa Qazî Mihemed e.
Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî ye.
Weke Serfermandarekî Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê), di avakirina Komara Kurdistanê de roleke dîrokî lehîstî ye.
Ew damezranêr û Serokê Partî Demokrat a Kurdistanê ye.
Mele Mistefa Barzani, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, 11 salan li Yekitîya Sowyetê li gel 500 hevalên xwe yên pêşmerge jîyaneke bi gelek zehmetîyan ve dagirtî derbas kir.
Mele Mistefa Barzanî, di sala 1958an de vegerîya Iraqê, lê di demeke kurt de, mecbûr ma di sala 1961ê de Şoreşa Îlonê destpêbike. Di 11ê adara 1970yê de bi Hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê îmze kir. Rejîma Beesê şerdên peymanê pêk neanî. Mele Mistefa Barzanî dîsa mecbûr ma di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir. Lê di 1975ê de bi Peymana Cezayirê, bi lihevhatina Iraq û Îranê û nevbencîtîya Amerîkayê, Amerîka û Îranê dawî li piştgiriya xwe ya ji bo Mele Mistefa Barzanî anîn û şoreşê şikesteke giran xwar. Mele Mistefa Barzanî şer rawestand û vekişîya Îranê. Lê ji bo berdewamî û hewldanên şoreşê bi biryara amadekarîya Qîyada Miweqat, cardin çirûskên têkoşîna Şoreşa Gulanê geş kir. Mele Mistefa Barzanî di roja 1ê adara 1979ê de jiber nexweşîya xwe li Amerîkayê çû ber dilovanîya xwedê.
Alaya Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mistefa Barzanî yê nemir kir, tu carî li erdê neket. Û ew alaya ku Mele Mistefa Barzanî yê nemir teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman, bi têkoşîna hemû kedkarên doza azadîyê li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê, li Hewlêrê li ba dibe. Ev jî remz û sembola şanazîyê, hebûna stargeha netewî ye!
Xebat, têkoşîn, sekin û şexsîyeta Mele Mistefa Barzanî yê nemir îro jî jibo hemû kurdên cîhanê cîhê rêzê û hêvîyê ye. Mele Mistefa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, serokek bû, niştimanperwerekî dilsoz bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû.
Mele Mistefa Barzanî yê nemir ne bes serokê partiya xwe bû; ew serokê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî, xebat û têkoşîna me ye.
Mele Mistefa Barzanî yê nemir li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di dilê her kurd û Kurdistanîyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdarîyê ye.
Barzanîyê nemir di wesyata xwe de wesfê serokatî, niştimanî û kurdîstanîbûnê pir eşkere nîşan dike. Nemir di wesîyeta xwe de dibêje: “Heskirina we ya li hemberê min bila nezêdetirê heskirina peşmergeyekî şehîd be. Bila mezelê min ne bilindtir be ji mezelê peşmergeyekî şehîd.”
Helbete ku di vê cîhanê de tu kesê bê kêmayî tune ye. Lê gava ku meriv Barzanîyê nemir û xebata wî, helwestên wî dinirxîne, dibê biûcdan tevbigere û dibê mirov li gor pergalên demê, wan şert û mercên wê dema ku ew tê de dijîya li ber çav bigire û bûyeran binîrxîne. Rastî wê gavê derdikeve holê. Di tekoşîna netewî ya miletê Kurd de rola Barzanîyê nemir gelekî mezine! Di dîroka gelê Kurd de navê Mele Mistafa Barzanî bi tîpên zêrîn hatîye nivîsandin û wê wûsa jî bimîne.
Em dibiînin ku hişmendî û felsefeya têkoşîna Mele Mistefa Barzanî li ser çend stûnên sereke ava bûye: Hişmendîya hevgirtina neteweyî, girîngîya berxwedanek milî, berdewamîya tekoşîna hêzên pêşmerge û pêwîstîya dîplomasîya navdewletî derî li ber destkeftîyên îroyin vekirîye.
Ji serdema berxwedanên mîrektîyan şunda, pêvajoya hewldanên doza milî bi şêweyên cuda cuda xwe nîşan daye û derketîye ser dika dîrokê. Barzanî bi têkoşîn û helwestên xwe berxwedanên di nav sînorên teng de asê mabûn derbas dike û doza Kurdistanê weke dozeke neteweyî radixe ber çavan. Ji Barzan heta Mahabadê, Ji Mahabadê heta Çemê Arasê bi têkoşîn û meşa dirêj, bal kişandîye ser nexşerêyeke milî.
Barzanî bi hêza pêşmerge, nasnameyeke pîroz pênaseyê dîrokê kirîye, rê û rêbazên rizgarîya miletekî bi felsefeya fedekarîyê, bi ked û xebatên pîroz parastîye, roj bi roj hişmendîya rûmet û hebûnê xurtir kirîye.
Mele Mistefa Barzanî di dema Komara Kurdistanê ya li Mehabadê de (1946) wekî generalê artêşê hate naskirin. Piştî hilweşîna komarê, "Meşa Dûr û Dirêj" a ber bi Yekîtiya Sovyetê ve, nişan û sembola vîna wî ya neşikestî bûyinê ye. Helwest û hewldan û berxwedana wî ya pêvajoya Sovyetê, Pêvajoya Şoreşa Îlonê (1961): ku ev şoreş di dîroka Kurdistanê de mezintirîn serhildana rêxistinkirî ye. Barzanî û hevalên xwe hemû beşên civakê (rewşenbîr, gundî, xwendekar) di bin sîwana Şoreşa Îlonê de civandin û bi peymana 11ê Adara 1970yî serkeftinek mezin bi dest xist. Ev di dîroka polîtîk a miletê Kurd de serkeftineke bêhempa bû. Cara yekem dewleteke dagirker (Iraq) bi fermî statuya otonomîyê nas dikir. Ev jî encama serokatîya Barzanî ya serkeftî û hêza wî ya siyasî û têkoşîna gelê Kurdistanê bû.
Îro jî, Mele Mistefa Barzanî wekî "Pêşewayekî Neteweyî" tê dîtin. Bandora têkoşîn û keda wî hîn jî zindî ye: Statuya ku îro li Başûrê Kurdistanê heye, berdewamiya şoreş û bingeha ku Barzanî avêtibû bixwe ye. Felsefeya wî ya "Yekîtî û Azadî" îro jî bingeha stratejîk a destkeftîyên Başûrê Kurdistanê ye.
Çand û hiqûqa pêkvejiyanê îro li Başûrê Kurdistanê di nav pêkhateyên olî û etnîkî de (Mesîhî, Êzîdî, Tirkmen, Keldanî, Ermen û Suryan de) bûye mîraseke fermî. Ev çanda pêkvejiyanê di bin sîwana parastina hişmendîya wî û felsefeya Şêx Abdulselam Barzazî, Şêx Ahmed Barzanî de rûpelekî nû radixe ber çavan.
Ji bo miletê Kurd, ked û têkoşîna Mele Mistefa Barzanî ne tenê aktorekî dîrokî ye, lê dibistaneke polîtîk e jî. Nirxandina kesayetîya wî divê li ser van pîvanan be:
Barzanî her dem mîna pêşmergeyekî sade jîya. Ev dilnizmî û girêdana bi gel re, pîvanek e ku divê her siyasetmedarekî kurd ji xwe re bike mînak.
Pêwîste ku nifşên nû jîyan û têkoşîna wî wekî dersên stratejiîyê bixwînin. Meriv dikare çawa di nav xelekên agir de, di navbera dewletên mezin de doza miletê xwe biparêze? Bersiva vê pirse di kûrahîya pêvajoyên têkoşînê yên Mele Mistefa Barzanî de veşartî ye.
Divê em tu carî ji bîr nekin ku Mele Mistefa Barzanî, bi mîrateya ku li dû xwe hiştîye, daye îspat kirin ku kurd ne tenê miletê çiyan in, kurd miletê maf û dîplomasiyê, miletê xwedî çand û şaristanîyê ne jî. Em dizanin ku Rêberê Nemir, bi ked û têkoşîna hevbeş bingeha dewletbûn û hişmendîya modern a kurdî danîye. Nirxandina kesayeta wî, nirxandina rûmeta Kurdistanê ye.
Navê Barzanîyê nemir çewa ji bo gelê Kurd bû sembola berxwedan û kurdewarîyê; ji bo dijmînên Kurdîstanê jî bû çîyayê tirsê! Dijmînê gelê Kurd çiqas bi kemîn û lîstîkan xwestin bendavan çêbikin, çîya ji cîhê xwe herikîn û bi ser wan de çû.
Belê, rêbaza Mele Mistefa Barzanîyê nemir ji me hemûyan re dibêje:
* Serê xwe tu carî li ber dijminî netewînin.
* Bi biryardarî, bi sebir, birêxistin, bi tifaqa neteweyî, têkoşîna xwe qet ranewestînin.
* Bîr û bawerî û hişmendîya neteweyî, niştimanî bila her pûsûlaya we be.
* Têkoşîn û destkeftinên li her perçeyekî Kurdistanê, têkoşîn û destkeftinên xwe bizanibin, biparêzin, piştgirîyê lê bikin.
* Mafê miletê Kurd e ku, wek her miletekî cîhanê li ser axa welatê xwe bi serfirazî xwe îdare bike. Tu carî hêvîya xwe ji azadîya Kurdistanê nebirin.
* Li zimanê xwe, li kultura xwe, li dîroka xwe xwedî derkevin; bixwînin, fêrbibin, pêşbikevin.
* Ji miletê xwe, ji welatê xwe, ji rêhevalên xwe hez bikin; li hevdu xwedî derbikevin.
* Ji bo destkeftineke herî biçûk jî, ji bo azadî û dewletbûnê jî têbikoşin.
* Li her derê jîyanê û li her alîyê cîhanê dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin.
* Yekrêzî û aqûbeta nav mala kurdî saz bikin, rojev û qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin.
* Di dema şikestinê de bê hêvî nebin; di dema serkeftinê de jî ji serxwe ve neçin!
Şêx Abdulselam Barzanî, Şêx Ahmed Barzanî û Mele Mistefa Barzanî, îro ji me re dibêjin: Yên di nav partîyekê de dikarin bibin yek, bila bibin yek; yên nikarin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dan û stendin û dîyalogan de bin; yên nikarin dîyalogan jî bimeşînin, bila dijminatîya hev nekin.
Mele Mistefa Barzanî û hemû pakrewanên Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê li benda tifaqeke stratejîk ya netewî û demokratîk ya xurt in ku li ser prensîbên neteweyî, kurdistanî bê ava kirin; li benda wê yekê ne ku li ser daxwazên acîl yên miletê Kurd, hevkarîyeke berfireh pêk were û bi vê hevkarîyê hemû alîyên kurdan bibin teref û mixatabên Dewleta Tirkîyeyê.
Mele Mistefa Barzanî û hemû pakrewanên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku bi yekrêzîya gelê me, hikûmeteke xurt ya yekgirtî, milî, niştimanî bê ava kirin û ev hikûmet bikaribe yekitîya dezgehên pêşmerge, ewlekarî, aborî, dîplomasî, rêvebirî yên Herêma Kurdistanê pêk bîne, destkeftîyên federalî biparêze û pêşde bibe û li gel Bexdayê, li gel hemû dewletan wek yek alîyekî tevbigerin, bibin mixetab, da ku madeya 140î û hemû madeyên Qanûna Bingehîn a Federal a Iraqê bêne bicîh anîn.
Mele Mistefa Barzanî û şehîden Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku bi bername û yekgirtineke netewî, bi daxwaza li statuyeke sîyasî, netewî, coğrafi, hemû alîyên kurdan li gel rêvebirîya Şamê, li gel hemû dewletan, bi yek dengî û yek helwestî wek terefê kurdî bibin mixetab.
Dr Abdurrehman Qasimlo û Mele Mistefa yê nemir dibêjin: Mimkune ku di encama van pêşhateyên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn, hinek firsendên mezin bêne ber derîyê xuşk û birayên me yên li Rojhilatê Kurdistanê. Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê dibêjin, ji bo ku gelê me bikaribe van firsendan baş bikar bîne û destkeftinan bidest bixin, divê hêzên neteweyî yên li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh, hevkarî û tifaqên xwe yên neteweyî, demokratîk pêk bînin, tifaqên heyî xurtir bikin.
Belê, azadî û serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzanîyê nemir û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê. Mele Mistefa Barzanî di hemû demên jîyana xwe de, xwedî bîrûbawerîyek mezin bû. Bi hişmendîyek niştimanperwerî, mirov dostî û pêkve jîyanê tevgerîya û rêbazek kurdistanî radestî gele Kurdistanê kir.
Ez li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgerên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di 47emîn salvegera wefata wî de, Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînim. Têkoşîna wan wê rîya me ronî bike. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber têkoşîn û keda wan ditewînin…
Ez dixwazim axaftina xwe bi çend gotinên şehîdê nemir Pêşewa Qazî Mihemed bi dawî bînim. Pêşewa Qazî Mihemed di dadgeha dagirkeran de ewha diqîre:
“Min Alaya Kurdîstanê, emanetê Mele Mistefa Barzanî kirîye. Wê li ser milê wî ji çîyakî here çîyakî, ji bajarekî here bajarekî, ji welatekî ihere welatek;, heta ku rojekê li ser hemû çîyayên kurdîstanê li hemû derên Kurdîstanê bêdaliqandin. Pir baş bizanibin wê ew roj jî bê.
Pekala, ez bi çend hevokan Melle Mistefa Barzanî ji we re bidim nasandin. Di dîrokê de çiqas egît, mêrxas, xwedî ûjdan, mîrovperwer, azad, bêtirs û xwedî asoyek bêsînor hene BARZANÎ jî yek ji wan xweşmêrane. Çiqas nîşan û wesfên rastîyê, bawerîyê û dilsozî heye hemû di BARZANÎ de heye…”
Em cardin Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin û ew alaya ku wan radestî me kirîye emê bi serbilindî hildin.
Silav û rêz ji hemû şehîd û kedkarên doza Kurdistanê û ji Kurdistanîyan re….
01.03.2026
Mehmet Can Azbay
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê