Di êrîşên Îranê yên li ser Îmaratê de kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Rayedarên Îmaratê ragihand ku, di encama êrîşên Îranê yên li ser bajarên Dubey û Ebûzebiyê de kesek hat kuştin û neh kesên din jî birîndar bûn.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Hikûmeta Îmaratê îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) li ser platforma Xê ragihand ku, sîstema berevaniyê ya asmanî ya welatê wan droneke Îranê êxist û perçeyên wê keftine hewşa du xaniyên bajarê Dubeyê, wesa jî du kes birîndar bûn.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Hikûmeta Îmaratê eşkere jî kir ku, pêdivîtiyên bingehîn ên bijîşkî ji wan birîndaran re hatine bicihanîn.

Aliyên têkildar ên Îmaratê herwesa ragihand ku, ji 209 dronên Îranê, 195 hatine êxistin û zirar jî jê peyda bûne.

Balafirxaneya Ebûzebiyê ragihand ku, êrîşa li ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Zeydê bûye sedema kuştina kesekî Asyayî û birîndarbûn heft kesên din, bêyî ku zêdetir hûrguliyan li ser zirarên wê balafirxaneyê eşkere bike.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha duhî (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) bi hev re êrîşî axa Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî û gelek serkirdeyên bilin ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de jî, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.