Nêçîrvan Barzanî: Em hevparên xema Komara Îslamî ya Îranê ne

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) ji ber koça dawiyê ya Ayetulah Elî Xameneyî peyameke sersaxiyê pêşkêşî Komara Îslamî ya Îranê kir, herwesa daxwaz ji civaka navneteweyî jî kir ku rola xwe di parastina tenahiya deverê de bilîze.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got: Em ji dil û can sersaxiyê ji gel, hikûmet û serokatiya Îranê re dixwazin, ji ber şehîdbûna Xudêjêrazî Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê û zanayê olî yê navdar Ayetulah Elî Xameneyî.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dilsoziya xwe û Herêma Kurdistanê ji Îranê re tekez kir û got: Em dilsoz û hevparên xema wan in. Em ji Xudayê mezin dixwazin ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan.

Nêçîrvan Barzanî di pareke din a peyama xwe de behsa rewşa hestyar a deverê kir û tekez li ser girîngiya "parastina aramî, tenahî û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan" kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de jî bang li civaka navneteweyî kir û ragihand: Em bang li civaka navneteweyî dikin ku erkê xwe yê rawestandina şer û pevçûnan û vegerandina tenahiyê li deverê bi cih bîne.