Bi hezaran penaberên Rojavayê Kurdistanê bi hêviya vegerê dikevin sala 2026’an
Dihok (K24) – Tevî ku 13 sal di ser koçberiya wan re derbas bûne, penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li kampên Dihokê sala 2026’an bêyî şahî û bi dilekî tijî hesret pêşwazî dikin. Daxwaza wan a tekane, aramî û vegera li ser axa bav û kalan e.
Kampa Domîz a li parêzgeha Dihokê, wekî mezintirîn navenda niştecihbûna penaberên Rojavayê Kurdistanê tê naskirin. Di vê kampê de zêdetirî 28 hezar kes dijîn ku piranîya wan ji destpêka krîza Sûriyeyê ve, yanî 13 sal in, di nava xîm û kaxetan de jiyana xwe derbas dikin.
Ji bo sala nû ya 2026’an, li kolanên kampê ti amadekarî û nîşaneyên şahiyê nayên dîtin. Penaberên wekî Mam Ednan, ku ev 13 sal in li Kampa Domîzê ye, diyar dikin ku piştî van hemû salên koçberiyê, êdî daxwaza wan ne şahî, lê veger e.
Ednan Mihemed, penaberekî din ê li kampê, balê dikişîne ser girîngiya biratî û yekîtiyê û hêvî dike ku sala nû ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bibe sala xêr û aştiyê.
Qeyrana aborî û kêmbûna alîkariyan
Rewşa jiyanê li kampan sal bi sal dijwartir dibe. Penaberê bi navê Amir Qasim ji Kurdistan24ê re ragihand, ji ber kêmbûna alîkariyên navdewletî, xelk di nava tengasiyeke mezin a aborî de ye. Qasim got: "Xelk hejar e, kar tune ye. Em daxwaz dikin ku rêxistinên navdewletî (NGO) careke din alîkariyên xwe zêde bikin û piştevaniya me bikin."
Muxtarê Kampa Domîzê Mihemed Bavê Ciwan jî destnîşan kir, vekişîna gelek rêxistinên hawarhatinê, barê giran xistiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Wî bang li civaka navdewletî kir ku ji bo sivikkirina barê penaberan bikevin nava liv û tevgerê.
Amarên penaberan li Dihokê
Li gorî amarên Rêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê, li sînorê parêzgehê zêdetirî 280 hezar aware û penaber di nav 15 kampan de yan jî li dervayî kampan dijîn, ku ji vê hejmarê zêdetirî 110 hezar kes penaberên Rojavayê Kurdistanê ne û di nav 5 kampên taybet de hatine bicihkirin.