Erebistana Sûidiyê 7 caran li baregehên başûrê Yemenê da: Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Erebistana Sûidiyê, li parêzgeha Hadramûtê ya Yemenê êrişî baregehên hevalbendên xwe yên berê kirin. Di encama 7 êrişên asmanî de, di nav rêzên Encûmena Veguhêz a Başûr (STC) de kuştî û birîndar hene.
Firokeyên şer ên Erebistana Sûidiyê îro 2ê Çileyê bi 7 êrişên asmanî baregeha leşkerî ya Lîwaya 37an a ser bi Encûmena Veguhêz a Başûr ve, li herêma Xeş'e ya li deşta Hadramûtê, bi giranî bombebaran kirin.
Serokê Encûmena Veguhêz a Başûr li Hadramûtê Mihemed Ebdulmelîk ragihand, êrişên Sûidiyê ziyanên pir mezin ên canî û madî gihandine hêzên wan. Ebdulmelîk diyar kir ku ev êriş di demekê de pêk tên ku alozî di navbera aliyên cuda yên li başûrê welat de zêde bûne.
Ji aliyê din ve, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Başûr Mihemed Neqîb destnîşan kir, hêzên wan di rewşa amadebaşiya herî bilind de ne. Neqîb hişyarî da ku ew ê di çarçoveya "operasyoneke leşkerî ya berfireh" de bersiva hemû êrişan bidin û wan komên ku wekî "mîlîsên tundrew" pênase kirin, têk bibin.
Hevalbendên berê bûn dijminên hev
Parêzgeha Hadramûtê ji ber pêgeha xwe ya stratejîk û çavkaniyên dewlemend ên petrolê, bûye navenda rûbirûbûna Encûmena Veguhêz û wan hêzên ku ji aliyê Riyadê ve têne piştgirîkirin.
Pisporên siyasî balê dikişînin ku ev êriş nîşana derzeke kûr e di navbera aliyên ku berê di bin sîwana "Hevpeymaniya Erebî" de li dijî Hûsiyan şer dikirin. Niha li şûna şerê li dijî Hûsiyan, berjewendiyên siyasî û kontrolkirina herêmên petrolê, aliyên hevpeyman ber bi şerekî rasterast û navxweyî ve dibin.