Ji bo dermanirina birînên erdhejê berhemeke nû: ‘Trawma, Krîz û Başbûn’ hat weşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ku li ser 14 mîlyon mirovan bandoreke kûr a derûnî hişt, ji bo piştgiriya pisporên tendurustiya derûnî pirtûka "Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîko-sosyal" bi Tirkî û Kurdî derket.

Weşanên Avestayê berhemeke giring a akademîk ku wekî rêberek ji bo dermankirina trawmayên piştî karesatan tê dîtin, pêşkêşî xwendevan û pisporan kir. Berhema bi navê “Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîko-sosyal” (bi tirkî: Travma, Kriz ve İyileşme: Biyopsikosoyal bir bakış), encama xebateke berfireh a zanistî ye ku armanc dike birînên derûnî yên karesata sedsalê bipêçe.

Projeyeke navneteweyî û navçandî

Amadekarî û edîtoriya vê berhemê ji aliyê Jan Îlhan Kizilhan, Siyabend Aslan û Abdulsıttar Özmen ve hatiye kirin. Pirtûk ne tenê metneke teorîk e, lê berhema projeyeke berfireh a perwerdeyê ye ku di navbera salên 2024-2025an de bi hevkariya Eyaleta NRW ya Almanyayê, Enstîtuya Zanistên Tendurustiyê ya Navçandî û Zanîngeha Baden-Wuerttembergê pêk hatiye. Ev perwerde li bajarên wekî Semsûr, Hatay, Meletî, Dêrsîm û Wanê hatine dayîn û tê çaverêkirin ku di Çileya 2026an de li Edeneyê jî berdewam bike.

Ji norobiyolojiyê heta trawmayên zarokan

Di pirtûkê de gelek nivîsên akademîk ên pisporên cuda cih digirin ku mijarê ji gelek aliyan ve dinirxînin. Hin ji wan xalên derketine pêş wiha ne:

- Norobiyolojiya Stresê: Psîkiyatrîst Suat Yalçın li ser nexweşiyên stresê yên piştî trawmayê nivîsandiye.

- Trawmayên Zarokan: Psîkiyatrîst Begüm Şahbudak û Prof. Dr. Damla Eyüboğlu balê dikişînin ser bandora karesatan li ser zarok û nûciwanan.

- Birêvebirina Krîzê: Psîkiyatrîst Pelîn Taş û Prof. Dr. Burhanettîn Kaya li ser alîkariya derûnî ya pêşîn û rêbazên dermankirinê rawestiyane.

- Xizmeta Civakî: Pispor Erdal Aladağ û Abdullatîf Meşe li ser sepanên civakî yên piştî karesatê hûr bûne.

- Midaxeleyên Komî: Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan nexşerêya midaxeleyên piştî rûdanên trawmatîk ên mezin nîşan dide.

Wergera Kurmancî ya vê berhemê ji aliyê Abdulsıttar Özmen ve hatiye kirin. Ev pirtûk ji bo pisporên tendurustiya derûnî, xebatkarên civakî û saziyên hawarçûnê wekî çavkaniyeke bingehîn a zanistî tê qebûlkirin ku dikare di pêvajoya başbûna civakî de roleke mezin bileyîze.