Piştî kuştina 3 polîsan: Li Yalovayê 26 gumanbarên DAIŞ’ê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Yalovayê yê Tirkiyeyê, di çarçoveya lêpirsîna li ser êrişa çekdarî ya li dijî hêzên ewlehiyê de, 26 kes bi tometa "endamtiya rêxistina terorê DAIŞ’ê" hatin zindankirin.

Hêzên ewlehiyê yên Yalovayê, piştî êrişa ku tê de 3 polîsan canê xwe ji dest dabûn û 8 polîs û pasewanek jî birîndar bûbûn, li seranserê bajêr operasyonên berfireh dan destpêkirin. Di encama van operasyonan de bi giştî 42 kes hatibûn binçavkirin.

Gumanbarên ku karûbarên wan ên li ewlehiyê bi dawî bûn, îro 27ê Çileyê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha Yalovayê piştî wergirtina îfadeyan, bi tometa "endamtiya DAIŞ’ê" û "têkiliya bi êrişê re", biryara girtina 26 kesan da û ew şandin girtîgehê. 16 kesên din jî bi şertê "çavdêriya dadî" (adli kontrol) hatin berdan.

Bûyera ku bû sedema van operasyonan di 29’ê Berçileyê de qewimîbû. Hêzên ewlehiyê li Yalovayê bi ser malekê de girtibûn ku çekdarên DAIŞ’ê tê de bûn. Di navbera her du aliyan de şerekî dijwar derketibû û di encamê de û 6 çekdarên DAIŞ’ê hatibûn kuştin.

Herwiha di wê pevçûnê de, 3 polîs hatibûn kuştin û 8 polîs û pasewanek birîndar bûbûn.

Piştî vê rûdana bi xwîn, lêpirsîn hatibû kûrkirin da ku şaneyên veşartî yên rêxistinê li herêmê werin aşkerekirin. Rayedarên ewlehiyê diyar dikin ku têkoşîna wan a li dijî şaneyên DAIŞ’ê li seranserê welat berdewam dike.