Wênekêşa Kurd Şayne Mehmûdzade ji bo wergirtina xelatekê li Brîtanyayê hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Galeriya navdar a Brîtanyayê NO.35 Gallery, ji bo pêşangeha "ECHOES OF HUMANITY - Dengvedana Mirovahiyê", wênekêşa Kurd Şayne Mehmûdzade di nava hunermendên Rojhilata Navîn de wekî wergira xelatê hilbijart.

Hunermend û wênekêşa Kurd Şayne Mehmûdzade, îro Înê 2ê Çileya 2026an, di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, ew ji bo wergirtina xelateke giring a hunerî li Brîtanyayê hatiye hilbijartin. Mehmûdzade diyar kir ku piştî şandina berhemên xwe, ji aliyê lijneya hunerî ya galeriya navborî ve di nava gelek jinên wênekêş ên Rojhilata Navîn de hatiye pesendkirin.

'Zîndana derûnî' û hunera dîtbarî

Şayne Mehmûdzade derbarê sedema hilbijartina xwe de wiha got: "Çend karên min ên wênekêşiyê yên sala 2025an bûn sedem ku ez bême hilbijartin. Ew berhem derbirîna rewşeke derûnî û psîkolojîk a mirovî ne. Ez di wêneyên xwe de behsa tengijiyên derûnî, tenêtiyê û zexta hundirîn a mirov dikim. Bi taybetî bi rêya bikaranîna jîngehên teng, min xwest ez ezmûna 'xeniqîn û sînordarkirina mirov' nîşan bidim, ku ev yek bi kûrahî bi mijara pêşangehê re li hev hat."

Hunermenda Kurd tekez kir, ev hilbijartin nîşana hêza zimanê hunerî ye ku dikare êş û biyanîbûnê veguherîne zimanekî dîtbarî yê bandorker.

Şayne Mehmûdzade kî ye?

Şayne Mehmûdzade nişteciha bajarê Hewlêrê ye. Wê Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê û piştre ya Koyeyê qedandiye. Heya niha xwediyê gelek wêneyên hunerî yên ciyawaz e û bi berhemên xwe beşdarî çendîn pêşangehan bûye. Berhemên wê yên di warê derûniya mirov de, di navendên hunerî de wekî xebatên xwedî bandor têne qebûlkirin.