Bi çavdêriya Serok Barzanî kevirê bingehîn ê Monûmenta Komkujiya Aşûriyan li Sêmêlê tê danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di bin çavdêriya Serok Mesûd Barzanî de, sibe kevirê bingehîn ê projeya mûnomenta komkujiya Aşûriyan bi merasîmeke taybet û li navenda qezaya Sêmêlê tê danîn.

Di bin çavdêriya Serok Mesûd Barzanî de û bi serperiştiya Mar Awa III, Patrîarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî li Cîhanê, sibe 4ê Çileyê gaveneke dîrokî ji bo bibîranîna qurbaniyên komkujiya Aşûriyan tê avêtin. Di merasîmê de kevirê bingehîn ê "Monûmenta Komkujiya Aşûriyan" li navenda qezaya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve tê danîn.

Ev projeya ku ji bo bi rûmet girtina bîranîna qurbaniyên komkujiyê tê avakirin, li ser rûbereke fireh a 6 hezar û 250 mîtreçargoşe hatiye dîzaynkirin. Armanca projeyê ew e ku dîrok û qurbaniyên pêkhateya Aşûrî li herêmê were parastin û wekî sembola pêkvejiyan û rêzgirtinê bimîne.

Merasîma danîna kevirê bingehîn dê sibe saet di 13:00an de li avahiya Rêveberiya Çandî ya Sêmêlê bi rêve biçe. Tê çaverêkirin ku gelek kesayetên payebilind ên siyasî, dînî û nûnerên pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê di vê çalakiyê de amade bin.

Ev monûment wekî giringîdana Herêma Kurdistanê bi dîroka hemû pêkhateyan û wekî rêzgirtinek li hemberî êş û azarên Aşûriyan di dîrokê de tê dîtin.