Piştî 23 salan rûpela UNAMI’yê li Iraqê hat girtin: Qonaxa ‘Hevkariya Geşepêdanê’ dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, wan bi fermî hemû baregeh û avahiyên Nûneratiya Neteweyên Yekgirtî (UNAMI) wergirtine. Bi vî awayî, erkê siyasî ya NY ya li Iraqê bi dawî bû û peywendî derbasî qonaxeke nû ya aborî û civakî bûn.
Wezareta Derve ya Iraqê îro 3ê Çileya 2026an bi daxuyaniyekê bidawîhatina fermî ya karên UNAMI’yê li seranserê welat ragihand. Ev pêngav li gorî biryara Encûmena Asayişê ya NY hat avêtin ku roja 31ê Berçileya 2025an wekî dema dawî ya erka vê nûneratiyê diyar kiribû.
Radestkirina baregehan û îmzekirina protokolê
Birîkarê Wezareta Derve û Serokê Komîsyona Bilind a Radestgirtina Baregehan Mihemed Husên, li gel Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY Claudio Cordoni, li Bexdayê protokola radestkirina komgeha navendî ya Neteweyên Yekgirtî îmze kirin. Mihemed Husên di merasîmê de pesna xebatên UNAMI’yê yên di du dehsalên borî de da û asta hevahengiyê bilind nirxand.
Qonaxa nû: Hevkariya Geşepêdanê
Her du aliyan tekez kirin ku bidawîhatina erkê UNAMI’yê, nayê wateya qutbûna peywendiyên Iraq û Neteweyên Yekgirtî. Berevajî wê, peywendî ji çarçoveyeke "siyasî û ewlehî" derbasî qonaxa "Hevkariya Geşepêdanê" dibin. Ji niha pê ve, xebatên NY yên li Iraqê dê ji aliyê "Tîma Niştimanî ya Neteweyên Yekgirtî" ve, bi giranî di warê projeyên aborî, civakî û geşepêdana demdirêj de werin birêvebirin.
Çima UNAMI hatibû avakirin û çima diçe?
Dîroka Damezrandinê: UNAMI (Nûneratiya Neteweyên Yekgirtî ji bo Alîkariya Iraqê) di 14ê Tebaxa 2003an de, piştî rûxandina rejîma berê, li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û bi biryara 1500 a Encûmena Asayişê hatibû avakirin. Armanca wê piştgirîkirina avakirina welat û proseyên siyasî bû.
Daxwaza Bexdayê: Di Gulana 2024an de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di nameyekê de daxwaz ji NY kiribû ku ji ber "aramiya siyasî û ewlehî" ya li welat, pêdivî bi nûneratiyeke siyasî nemaye.
Encûmena Ewlehiyê jî di 31ê Gulana 2024an de ev daxwaz pesend kir û heta dawiya sala 2025an dem dabû UNAMI’yê ku amadekariyên vekişînê bike.
Bi girtina baregehan, Iraq gavenek din ber bi serweriya tam a siyasî ve diavêje, lê tîmên NY dê ji bo projeyên mirovî û aborî li welat bimînin.