HSD û Hikûmeta Şamê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeka bilind a HSDê îro bi rayedarên Hikûmeta Sûriyeyê re li ser tevlihevkirina hêzên her du aliyan civiya.

Medyaya nêzîkî HSDê îro (Yekşem, 04.012026) belav kir ku, şandeka bilind a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rayedarên hikûmeta Sûriyeyê li Şamê civiyan.

Li gorî zanyaran, armanca sereke ya wê civînê nîqaşkirina li ser çarçoveya pêvajoya tevlihevkirina leşkerî ya di navbera hêzên HSDê û artêşa Sûriyeyê de bû.

Hûrgiliyên temam ên wê peymanê an naveroka wê civînê hîn nehatine eşkerekirin û biryar e ku, encam û hûrgilî paştir ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) her îro sibehê di postekê de li ser tora civakî ya Xê ragihandibû ku, şandeka serkirdetiya HSDê gihîştibû Şamê û bi rayedarên Hikûmeta Sûriyeyê re di civînê de bû.

Endamên Şanda HSDê ev in:

- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî.

- Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sozdar Hacî.

- Endamê Fermandariya Giştî ya HSDê Sîpan Hemo.

Ev civîn bi amadebûna Fermandarê Hêzên “Operation Inherent Resolve”ê General Kevin J. Lambert hat lidarxistin, ku ev jî girîngiya navneteweyî ya van hevdîtinan nîşan dide.