Trump daxwaza rawestandina şerê Sûriyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê alozî û şerê li Helebê daxuyanî da û bang kir ku demildest şer bê rawestandin û aştî pêk bê.
Donald Trump roja 9ê Çileyê di civîneke li Koşka Spî de bersiva pirsên rojnamevanan da û bal kişand ser şerê nû yê li bajarê Helebê û got: "Em dixwazin aştiyê bibînin."
Trump di derbarê helwesta Amerîkayê ya li hemberî aliyên şer de diyar kir ku peywendiyên wan bi Kurdan û hikûmeta Sûriyeyê re hene û wiha axivî: "Wek hûn dizanin, têkiliyên me bi Kurdan re û hem jî bi hikûmeta Sûriyeyê re gelekî baş in. Her çend ew di dirêjahiya salan de wek dijminên xwezayî yên hevdu hatibin naskirin jî, lê em bi her du aliyan re baş in."
Serokê Amerîkayê herwiha destnîşan kir ku ew dixwazin aramî li Sûriyeyê çêbibe û got: "Ez bawer dikim ku heta niha ew serkeftî bûne, lê ev şerê nû yê ku derketiye, em dixwazin bibînin ku tê rawestandin."
Ev daxuyaniya Serokê Amerîkayê di demekê de tê ku ev çar roj in li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û Artêşa Sûriyeyê de şer û pevçûnên dijwar berdewam dikin.