Serok Barzanî û Tom Barrack rewşa Helebê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Şandeyê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack, îro 9ê Çileyê bi rêya telefonê peywendiyek encam dan.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di vê peywendiya telefonî de her du aliyan li ser rewşa siyasî ya herêmê bi giştî û rewşa Sûriyeyê bi taybetî rawestiyan. Mijara sereke ya guftûgoyan, geşedanên dawî û alozîyên li bajarê Helebê bûn.
Di beşeke din a peywendiyê de, Serok Barzanî û Tom Barrack nêrînên xwe li ser aloziyên dawî yên li Sûriyeyê parve kirin. Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e hemû hewl bên dan da ku alozî kêm bibin û rewş vegere ser xeta asayî.
Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo dabînkirina aramî, ewlehî û aştiyê li navçeyê, divê gavên cidî û kiryarî bên avêtin.