Ferhad Şamî: Tiştên li ser encamên civîna Şamê tên belavkirin nerast in
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî bidawîbûna civîneka girîng a di navbera şandeka bilind a hêzên wan û berpirsên hikûmeta Şamê de ragihand.
Ferhad Şamî ji rojnamevanan re ragihand: "Mijara sereke ya wê civînê girêdayî nîqaşkirina mijara tevlihevbûna leşkerî û çawaniya rêxistinkirina hêzan di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de bû."
Li gorî zanyarên Birêvebirê Navenda Ragihandinê ya HSDê, ev danûstandin di rewşeka erênî û berpirsiyarane de hatin kirin, bi rengekî ku berjewendiyên bilind û parastina aramî û tenahiya welat serpişka karan bû.
Ferhad Şamî amaje jî da ku, hemî ew zanyarên ku niha di medya û torên civakî yên li derveyî ragihandinên fermî de tên belavkirin rastî û naveroka wê civînê nîşan nadin.
Navbirî tekez jî kir ku, hûrgilî û encamên dawiyê yên van civînan tenê piştî temambûna şêwiran dê bi rengekê fermî ji raya giştî re bên ragihandin.
HSD daxwaz ji hemî aliyan dike ku, ji bo wergirtina her nûçeyeka girêdayî vê pêvajoya hestyar tenê xwe bispêrin çavkaniyên fermî.
Mijara tevlihevkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi artêşa Sûriyeyê re yek ji mijarên siyasî û leşkerî yên herî aloz û girîng ên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de ye.
Ji destpêkirina krîza Sûriyeyê di sala 2011ê de û damezrandina HSDê ve, gelek gerên danûstandinan hatine lidarxistin lê her du alî hîn negihîştine lihevkirina dawiyê li ser awayê parastina taybetmendiyên HSDê di nav pêkhateya leşkerî ya Sûriyeyê de.
Ev civîna nû di demekê de ye ku, dever di guhertinên siyasî û leşkerî yên bilez re derbaz dibe û bizav ji bo vedîtina çareseriyeka tevgir zêde bûne.