Ferhad Etrûşî: Divê parlemento bibe mînakeka bilind a danana qanûnan û çavdêriyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê tekez li ser pêdivîtiya lîstina roleka mînakî ji aliyê parlementoyê ve kir, bi rengekê ku di her du warên danana qanûnan û çavdêrîkirinê de ji bo dezgehên din bibe mînak.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê îro (Yekşem, 04.01.2026) di ragihandinekê de amaje da: “Ferhad Emîn Etrûşî li nivîsîngeha xwe ya fermî li Bexdayê pêşwaziya Wezîrê Veguhestinê yê hikûmeta federal Rezaq Muhêbis Sadawî kir.”
Wezîrê Veguhestinê di destpêka wê civînê de pîrozbahî li Ferhad Etrûşî kir, ku wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê hatiye hilbijartin û dest bi erkên xwe yên destûrî û neteweyî kiriye.
Ferhad Etrûşî di wê civînê de got: "Divê Parlamentoya Iraqê di vê gera nû de wekî dezgeha herî bilind a danana qanûnan û çavdêriyê li welat bibe mînakeka bilind û çavkaniya çavlêkirinê.”
Navbirî tekez li ser girîngiya xurtkirina mekanîzmên hevkariyê û çêkirina asteka bilind a hevahengiyê di navbera desthilata danana qanûnan, wezaret û dezgehên xizmetê de kir, bi armanca baştirkirina asta xizmetkariyan.
Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê her di vê navberê de pesnê bizavên Wezareta Veguhastinê di pêşxistina sektora veguhastin û gihandinê de da, bi rengekî ku bersiva pêdivîtiyên welatiyan li hemî parêzgehên Iraqê bi cîh bîne.
Wezîrê Veguhastinê jî ji aliyê xwe ve geşbîniya xwe li ser gera şeşê ya Parlementoya Iraqê anî ziman û got ku, vê gerê şiyana bicihanîna erk û berpirsiyariyên mezin heye, xasma jî li ber ronahiya ezmûn û şarezahiya ku serokatiya parlamentoyê û parlamenteran di xebata danana qanûnan de heye.
Ferhad Etrûşî li roja Sêşemê (30.12.2025) di rûniştina Parlementoya Iraqê de ji bo hilbijartina Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoyê bi piraniya dengên endaman hat hilbijartin û bû Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê.