Îro 41 kesan xwe ji bo posta Serokkomarê Iraqê berbijar kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Îro heta dawiya dewamê, 41 kesan formên xweberbijarkirinê ji bo posta Serokkomarê Iraqê pir kirin. Pêşbînî tê kirin ku sibe, ku roja dawiyê ye, hejmara kesên xwe berbijar dikin zêde bibe.
Çavkaniyekê ji Parlementoya Iraqê îro (Yekşem, 04.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Îro heta dawiya dewamê, 41 kesan forma xweberbijarkirinê ji bo posta Serokkomarê Iraqê pir kirine û pêşbînî tê kirin ku sibê, ku roja dawiyê ya pirkirina forman e, ew hejmar zêdetir bibe.”
Çavkaniya navbirî herwesa got: “Ji wan 41 berbijaran; Kurd, Ereb, Xiristiyan û kesên serbixwe jî di nav de ne.”
Navên 41 berbijarên posta Serokkomarê Iraqê
- Dr. Ebdila Mihemed Elî Elyawî
- Şiwan Hewêz Ferîq Namiq Dawidî
- Şîlan Fuad Ebdilletîf Ebdirehman
- Şêrzad Baban Mecîd Silêman
- Ehmed Ebdila Tofîq Ehmed
- Mihemed Mehdî Camil Waîlî
- Nebez Mihemed Elî Ehmed
- Hisên Taha Hesen Şingalî
- Ciwan Mihemed Fuad Mesûm
- Necmedîn Ebdilkerîm Heme Kerîm
- Emar Cafer Cabir Ebûdî
- Emar Adil Ewnî Şemerî
- Aso Fereydûn Elî
- Hemze Bureysem Secîl Musheb
- Reşîd Mehdî Ebûd Sadî
- Dilşad Mihemed Ebdirehman
- Xalid Sidîq Ezîz Mihemed
- Ehmed Xemîs Xelîl Cenabî
- Saman Elî Îsmaîl Mehmûd Şalî
- Xalid Mistefa Hisên Şerîf
- Feysel Muhsin Ebûd Kîlabî
- Enwer Hemed Emîn Ehmed
- Kafî Deno Betî Qes Yunan
- Mihemed Sabir Silêman Ezîz Silêman Hemwendî
- Umêd Ebdiselam Qadir
- Sîrwan Ehmed Reşîd Kwêxa Ezîz
- Ehmed Sacit Haşim Hesen
- Ehmed Xelîl Xizir Xelîl
- Salim Hewas Elî Saidî
- Elî Casim Ehmed Beyatî
- Yûsif Mihemed Rewşen Selahedîn
- Nebîl Silêman Ebdilmecîd Obêd Kubeysî
- Leys Daxil Selûmî Neşmî Ebûdî
- Elî Ebas Casim Elî Sultanî
- Ebdilcelîl Hemed Mecîd Fehdawî
- Suhêl Mehmûd Casim Rebî
- Salar Rehîm Kerîm Caf
- Sadiq Ebdila Xizir Xebin Mehyawî
- Reid Xizir Defak Saîl Cenabî
- Sebah Salih Seîd
- Rafî Ebdila Hemîd Dûrî
Ev jî di demekê de ye ku Serokê Parlamentoya Iraqê yê nûhilbijartî Heybet Helbûsî li roja Sêşemê (30.12.2025) weke pêngava yekê ya destûrî piştî ku dest bi karê xwe kir bi rengekê fermî deriyê xweberbijarkirinê ji bo posta Serokkomarê Iraqê vekir, ku ew jî qonaxeka girîng e ji bo temamkirina dezgehên bilind ên dewletê.
Serokatiya Parlamentoya Iraqê li roja Şemiyê (03.01.2026) di ragihandinekê de jivanê dawiyê ji bo wergirtina daxwazên wan kesan diyar kiribû yên ku dixwazin xwe ji bo posta Serokkomarê Iraqê berbijar bikin.
Li gorî ragihandina Serokatiya Parlamentoya Iraqê, roja Duşemê (05.01.2026) wekî roja dawiyê ya pêşkêşkirina daxwazên berbijaran hatiye destnîşankirin.
Serokkomariya navbirî tekez jî kiribû ku, wergirtina karûbar û daxwazan tenê heta bidawîbûna dewama fermî ya wê rojê dê berdewam be û piştî wê jivanê deriyê xweberbijarkirinê dê bi rengekê fermî bê daxistin.