Duberdanî: PDK çaverêya berbijarê YNKê yê bo Serokkomariyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyonên PDK û YNKê li Parlamentoya Iraqê civiyan û tekez kirin, divê aliyên Kurdî ji bo bidestxistina mafên destûrî û darayî yên gelê Kurdistanê bi yekhelwest û yekdeng bin.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 5ê Çileyê li avahiya Parlamentoya Iraqê pêşwazî li şandeya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir. Li gorî zanyariyan, mebesta serdana YNKê pîrozbahîkirina li Şaxewan Ebdullah bû ku li ser biryara Serok Mesûd Barzanî wekî Serokê Fraksiyona PDKê li parlamentoyê hatiye erkdarkirin.
Endamê Fraksiyona PDKê Şêrwan Duberdanî derbarê naveroka civînê de ji Kurdistan24ê re ragihand, her du alî li ser xaleke giring li hev kirine. Duberdanî got: "Her du fraksiyonan tekez kirin ku nabe nakokiyên siyasî yên di navbera her du partiyan de yên li Herêma Kurdistanê, derbasî Bexdayê bibin. Pêwîst e em li vir bi yekhelwestî kar bikin da ku mafên darayî û yasayî yên miletê xwe biparêzin."
Derbarê posta Serokkomariya Iraqê de, Duberdanî diyar kir ku deriyê serlêdanan îro saet di 15:00an de tê girtin û heta niha zêdetirî 45 kesan sîviyên (CV) xwe pêşkêş kirine.
Li ser helwesta PDKê jî wî aşkere kir, partiya wan niha li bendê ye ka YNK dê bi fermî kê bike berbijar û piştî wê PDK dê biryar û helwesta xwe ya dawî ragihîne.
Parlamenterê PDKê herwiha anî ziman ku aliyên din ên Iraqî, bi taybetî Şîe, daxwaz dikin ku Kurd bi "yek berbijarî" beşdarî proseyê bibin, da ku krîza siyasî dirêj nebe.
Piştî ku parlamentoyê desteya serokatiya xwe hilbijart, li gorî Madeya 72an a Destûrê, 30 roj dem li pêş e ku Serokkomarê nû were diyarkirin. Piştî hilbijartina serok, ew ê berbijêrê mezintirîn fraksiyona parlamentoyê (Şîe) ji bo avakirina hikûmeta nû ya federal raspêre.
Tê çaverêkirin ku di nava çend rojên bê de piştî pişkinîna navên berbijaran, lîsteya fermî ji bo dengdanê were aşkere kirin.