Mela Bextyar xwe bo posta Serokkomarê Iraqê berbijar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyê berê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Baxtiyar, bi fermî kurtejiyana (CV) xwe pêşkêşî Parlamentoya Iraqê kir û wekî berbijarekê serbixwe tevlî pêşbaziya posta Serokkomarê Iraqê bû.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê da zanîn ku, yek ji kesatiyên naskirî yên siyaseta Kurdistanê, Mela Baxtiyar, ji bo bidestxistina posta Serokkomarê Iraqê serlêdana fermî kiriye.
Ev pêngava Mela Baxtiyar di demekê de ye ku pêşbaziya li ser vê postê di navbera aliyên Kurdî de germ bûye. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi du berbijaran (Fuad Hisên û Newzad Hadî) û YNK jî bi berbijarê xwe (Nizar Amêdî) tevlî wê pêvajoyê dibin. Lê Mela Baxtiyar biryar daye ku bi nasnameyeka "serbixwe" bikeve nav vê hevrikiyê.
Mela Baxtiyar kî ye?
Hîkmet Mihemed Kerîm, ku di nav gel û qada siyasî de bi navê "Mela Baxtiyar" tê naskirin, di 20ê Tebaxa 1954ê de li bajarê Xaneqînê hatiye ser dinyayê. Ew xwedî dîrokeka dûr û dirêj a têkoşînê ye:
- Destpêka Siyasî: Di 10ê Hezîrana sala 1970ê de, hîn di ciwaniya xwe de, tevlî "Komeleya Marksî-Lenînî ya Kurdistanê" bû.
- Pêşmergetî: Di sala 1974ê de tevlî rêzên Şoreşa Îlonê bû.
- Kariyera di YNKê de: Wî bi dehan salan wekî yek ji serkirdeyên herî bibandor ên YNKê kar kir. Di nav partiya xwe de wekî Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Rêxistinên Demokratîk erkên bilind bi rê ve birin.