KESK: Em dê di 14ê Rêbendanê de biçin grevê
Diyarbekir (K24) - Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Gelemperiyê li dijî amarên TUÎKê yên helawsanê bertek nîşan da û hat amajekirin ku, TUÎK amarên rastî parve nake û helawsanê kêm nîşan dide ku dema wisa be zamên mûçeyan kêm tên aşkerekirin. Li gorî TUÎKê, helawsana 2025ê %30.9 ye lê li gorî ENAGê %56.1 ye.
Piştî ku Saziya Amarana Tirkiyeyê TUÎKê ragihand ku helawsana 2025ê %30.9 ye û saziya aborînasên serbixwe ENAGê jî ragihand ku helawsana 2026ê %56.1 ye, rêxistinên karkerna bertek nîşan dan û ji TUÎKê xwestin ku amaran li gorî rewşa rastî berhev bike ji ber ku zamên li mûçeyên fermanbaran tên kirin li gorî amarên TUÎKê tên destnîşankirin.
Di derheqa vê mijarê de, Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Gelemperiyê KESKê li Diyarbekirê ber avahiya TUÎKê daxuyaniyek da çapemeniyê û amaje kirin ku amarên TUÎKê li dijî rewşa rastî ne.
Nunerên fermanbaran amaje kirin tê gotin ku çavkaniyên darayî kêm in lê ji bo faîzxweran û ji bo kirrîna çekan çavkanî heye, lê ji bo kedkaran çavkanî nîne. Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku 10 sal berê bi mûçeyê herî hindik ê fermanbaran 17 lib zêrê çaryek dihat kirrîn lê niha bi heman mûçeyî 6 çaryek jî nayên kirrîn ku di salan de bihayê 11 zêrê çaryek pere ji berîka kedkaran hatiye standin.
Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Gelemperiyê KESKê da zanîn ku ew dê li dijî amar û zamên dawiyê li 14ê Rêbendanê roja Çarşemê biçin grevê û 1 roj dest ji kar berdin.