Mela Bextyar: Heke PDK û YNK li ser berbijarekî li hev bikin, ez dê xwe vekêşim
Navenda Nûçeyan (K24) - Kesatiyê siyasî yê Herêma Kurdistanê Mela Bextyar di nûtirîn peyama xwe de got: “Heke PDK û YNK ji bo posta Serokkomarê Iraqê li ser yek berbijarî li hev bikin, ez dê xwe vekêşim. Heke ew li hev nekin jî, ez dikarim bibim berbijarê wan ê hevpar li Iraqê.”
Kesatiyê siyasî yê Herêma Kurdistanê Mela Bextyar, ku bi rengekê serbixwe xwe ji bo posta Serokkomarê Iraqê berbijar kiriye, îro (Duşem, 05.01.2026) peyamek belav kir.
Mela Bextyar di peyama xwe de ragihand: “Berbijarbûna min ji bo wê yekê ye ku ez bibim pareka çareserkirina pirsgirêkên YNK û PDK û dostên her du aliyan. Heke PDK û YNK li ser yek ji van berbijarên ku eşkere kirine li hev bikin, ez dê xwe vekêşim.”
Mela Bextyar herwesa got: “Heke ew li hev nekin jî, ez piştrast im ku hemî alî dizanin ku ez dikarim bibim berbijarê hevpar ê PDK û YNKê, herwesa alîgirên wan li Iraqê.”
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê jî her îro da zanîn ku, yek ji kesatiyên naskirî yên siyaseta Kurdistanê, Mela Baxtiyar, ji bo bidestxistina posta Serokkomarê Iraqê serlêdana fermî kiriye.
Ev pêngava Mela Baxtiyar di demekê de ye ku, pêşbaziya li ser vê postê di navbera aliyên Kurdî de germ bûye. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi du berbijaran (Fuad Hisên û Newzad Hadî) û YNK jî bi berbijarê xwe Nizar Amêdî tevlî wê pêvajoyê dibin. Lê Mela Baxtiyar biryar daye ku, bi nasnameyeka "serbixwe" bikeve nav vê hevrikiyê.