Li kampên Zaxoyê aware di nava sermayê de hatin jibîrkirin: Bexda neftê naşîne
Zaxo (K24) – Bi hatina werzê zivistanê û daketina pileya germê re, jiyana awareyên li kampên sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê gelekî zehmet bûye. Hat ragihandin ku ji ber xemsariya hikûmeta federal a Iraqê, aware hîn nefta spî wernegirtine.
Li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, zêdetirî 80 hezar aware di nav şeş kampên cuda de dijîn. Bi destpêkirina sermaya dijwar re, awareyên ku di nava kon û avahiyên demkî de ne, ji bo xwe germ bikin çavê wan li rêya nefta hikûmetê ye, lê heya niha ti alîkarî negihîştiye destê wan.
Awareyên li kampan di nava rewşeke gelekî giran de ne. Xelîl Ebas, ku ev 11 sal in di Kampa Çemişko de dijî, ji Kurdistan24ê re got: "Ji ber nebûna nefta spî û zehmetiya jiyanê, em neçar in li dervayî kampê li kar bigerin da ku nanê rojê peyda bikin."
Awareyekî din ê bi navê Jemal Emîn bal kişand ser qutbûna elektrîkê û got: "Me bi xwe sobe kirîn, lê ne gaz heye û ne jî nefta spî ku em xwe pê germ bikin."
Êzdîn Kurtû jî rexne li hikûmeta Iraqê girtin û diyar kir ku ew neçar in neftê ji bazara azad bi bihayekî giran bikirin, ku ev jî barekî giran ê darayî dixe ser milê wan.
Berpirsê Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan li Zaxoyê Qasim Ewnî aşkere kir, wan hemû amadekariyên xwe kirine lê pirsgirêk li Bexdayê ye. Ewnî gor: "Me pênc meh berê bi nivîseke fermî daxwaz ji Wezareta Neftê ya Iraqê kir ku nefta spî ji awareyan re dabîn bike. Herwiha di 9ê Îlona 2025an de, li gel Parêzgeriya Dihokê me daxwazeke hevbeş ji bo Wezareta Koç û Koçberan şand, lê mixabin heya niha ti bersiv nedane me."
Nebûna xizmetguzariyên bingehîn û derengketina alîkariyan, metirsiyeke mezin li ser tenduristiya zarok û kalên li kampan çêdike. Aware bang li saziyên navdewletî û hikûmeta federal dikin ku berî karesatên mirovî biqewimin, bi hawara wan ve werin.