İbrahîm Kalin: Pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’ dê bingeheke nû ya jeopolîtîk ava bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Tirkiyeyê (MİT) İbrahîm Kalin ragihand, projeya "Tirkiyeya Bêteror" ne tenê operasyoneke ewlehiyê ye, lê bingeha jeopolîtîkeke nû ya li herêmê û aşitiya civakî ya li navxwe ye.
Serokê MİT’ê İbrahîm Kalin derbarê pêngavên dawî yên dewleta Tirkiyeyê û pêvajoya çareseriyê de destnîşan kir, ew bi biryardarî li dijî hemû rêxistinên ku metirsiyê li ser Tirkiyeyê çêdikin têkoşîna xwe didomînin û got ku yek ji giringtirîn pêngavên wan ê ji bo xurtkirina "bereya navxweyî", destpêkirina pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" e.
‘Ji çekdanînê heta çaksaziya siyasî’
Kalin diyar kir, ev pêvajo projeyeke pir-alî û pir-qonax e. Li gorî gotina wî, ev nexşerê di serî de hilweşandin û çekdanîna PKK’ê, piştre jî çaksaziyên siyasî û avakirina aştiya civakî li xwe digire. Kalin tekez kir ku ev gav ji bo aramiya mayînde ya Tirkiyeyê û herêmê stratejîk in.
Rola Parlamentoyê û ‘Sedsala Tirkiyeyê’
Serokê MİT’ê bal kişand ser xebatên li Parlamentoya Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: "Nêrîna 'Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê' ya ku li parlamentoyê hatî avakirin, beşdariyeke dîrokî li vê pêvajoyê dike. Ev xebat bereya me ya navxweyî xurtir dike û di heman demê de bingehên jeopolîtîkeke nû ya herêmî datîne."
İbrahîm Kalin amaje bi wê kir, avakirina serdemeke nû ya dûrî terorê, ku li ser bingeha biratî û yekrêziya civakî hatî avakirin, dê bibe yek ji mezintirîn destkeftiyên "Sedsala Tirkiyeyê". Herwiha got ku ew bi plansaziyeke stratejîk li ser vê projeyê dixebitin da ku paşerojeke ewle û bi aram pêşkêşî welatiyan bikin.